Civak

Heta Kurdekî Êzidî di destê DAIŞê de mabe, hewlên wan ên rizgarkirinê jî dê berdewam bin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi minasebeta Cejna Rojiya Êzî ya Kurdên Êzidî belav kir û têde pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir û ragihand, ku heta Kurdekî Êzidî di destê DAIŞê de mabe, hewlên wan ên rizgarkirinê jî dê berdewam bin.

Di peyamekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî di demekê de tê kirin, ku mixabin hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî li kampan dijîn û nekarîne vegerin navçeya xwe.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye, ku ew hêvîdar in Kurdên Êzidî vegerin navçeyeke aram û avedankirî û dibêje, dê Herêma Kurdistanê di vê derbarê de hewlên xwe zêdetir bike.

Serokwezîr Barzanî dibêje: “Ev cejn jî careke din di demekê de tê, ku mixabin hêj hejmareke mezin a Êzidiyan di kampên awareyiyê de dijîn û nekarîne vegerin cih û warê xwe. Ez hêvî dikim, di cejnên bê de hemû bi serbilindî vegeriyabin ser cih û warên xwe yên aram û avedankirî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo vê yekê bide.”

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar dike, ew hemû Kurdên Êzidî piştrast dikin ku heya yek welatiyê Kurdên Êzidî yên hatî revandin di destê DAIŞê de mabe, dê hewlên wan berdewam bin ji bo rizgarkirin û vegerandina wan bo cem kesûkarên wan.

Di êrişa sala 2014 a rêxistina DAIŞê de bo ser Şingalê û deverên din ên cihê nîştecihbûna Kurdên Êzidî, çekdarên wê rêxistinê bi hezaran keç û jin û zarokên Kurdên Êzidî revandin, ku çarenivîsa gelek ji wan hêj nediyar e.

Piştre bi biryara serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ofîseke taybet bo rizgarkirina keç û jinên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hate avakirin û bi hewldanên wê ofîsê, heta niha zêdetirî 3 hezar kes  ji wan kesên revandî hatine rizgarkirin.

Back to top button