Rewşa siyasî ya Îraqê û herêmî rojeva civîna Barzanî û Helbûsî
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê 14.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mihemed Helbûsî serokê parlamentoya Îraqê û şandeya pê re kir.
Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, gavên ji bona timamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê tên avêtin, dagirtina wan posteyên heta niha vala mane û ew astengiyê li pêşiya pirosesa siyasî hene di civînekê de ahtin gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser timamkirina piroseyeke siyasiya saxlem li Îraqê kir.
Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên ji bona çareserkirina wan arîşeyan li gor destûra Îraqê mijarek din ya civînê bû.
Barzanî û Helbûsî behsa rewşa koçber û penaberên destê terorê ku niha li Herêma Kurdistanê dijîn, kir û bi pêwîstî zanî ku hikûmeta Îraqê zêdetir alîkariya wan bike, devarên wan yên ji bin destê DAÎŞê hatine rizgar kirin avadan bike daku bikaribin ji bo ser cî û warên xwe veger in.