Nûjdarên Dihokê berê xwe dan Diyarbekirê
Rojeva Kurd: Ji Zanîngeha Dihokê 38 xwendekarên beşa Nûjdariyê(Hemşîre) ji bo pêkanîna stajê doh li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê bi rêwresmekî dest bi xebata kirin.
Cîgirê Serokê Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Prof. Dr Arslan Bilici da zanîn ku pêvajoya wan ya bi civînên zanistî û akademî destpêkirî, îro ji Zanîngeha Dihokê (Başûrê Kurdistanê) bi hatina 38 nûjdarên ji bo wergirtina zêdetir zanyarî û pêkanîna stajan didome.
Li gor çarçêweya hevkariya Zanîngeha Dihok û Zanîngeha Dîcleyê, li gel hatina 38 nûjdaran li hola konferansa Zanîngeha Dîcleyê de, rêwresmek hate li darxistin. Li rêwresmê de Prof Dr Bilici bi Kurdî û bi Tirkî dest bi axaftina xwe kir û berê jî me li gel zanîngehên Suriye, Îran û Lubnanê xebatên bi vî awayî pêkanîbû. Ev demek bû li gel zanîngeha Dihokê me hevdîtinan pêkanîbû û îro jî encama wan hevdîtinan tê dîtin ku 38 xwendekarên zanîngeha Dihokê dê li Diyarbekirê dest bi staja xwe bikin.
Safiye Sabrî Berpirsa Amadekara vê bernameyê ya ji zanîngeha Dihokê jî ji bo vê xebata hevkar xweşhaliya xwe anî ziman û hêvî xwest ku xebatên bi vî awayî berdewam bibin.