Polîtîk

Barzanî û Leon Panetta li Hewlêrê civiyan

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, îro sêşemiyê 12.07.2011ê, Leon Panetta wezîrê bergiriyê yê nû yê Amerîkayê gehişte herêma Kurdistanê û digel Mesûd barzanî serokê Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku,  , wezîrê pergiriyê yê Amerîkayê behsa encamêm civînên xwe yên bi rayedarên hikûmeta Îrqê li Bexdayê kir. Di berdamiya acxavtina xwe de, Panetta behsa rol û serkirdayetiya serok Barzanî ya di pêkanîna hikûmeta federaliya Iraqê da kir û piştgîriya xwe jî ji bo temamkirina pêvajoya pêkanîna hikûmetê, bi taybetî  pirkirina postên wezaretên emnî  ku heta niha nehatine yek alî kirin, nîşan da. 

Pêwendiyên di navbera Iraq û Amerîkayê yên piştî vekişana hêzên wî welatî ji Iraqê,  egerên mayîna leşkerê amerîkî li Îraqê û paşaroja pêwendiyên di navbera her du welatan de bi giştî û  Kurdistanê û Amerîka bi taybetî, mîjarên din yên civînê bûn. Di vî warî de wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê tekez li ser dostaniya di navbera Kurdistan û Amerîkayê de kir û got ku, welatê wî bi çavekî dostane li Kurdistanê dinêre û di çarçoveya Îraqeke federal û demokrat de pêwendiyekî taybet her du aliyan pêkve girê dide û li ser pêşxistina wan pêwendiyan jî berdewam dibin.

Ji aliyê xwe ve, serok Barzanî ji bona wa qurbaniyên hêzên amerîkî di azadkirina Îraqê ji diktatriyê dane,  spasiyên xwe û gelê Kurdistanê pêşkêşî artêşa Amerîkayê kir û got:
– Gelê Kurdistanê mil bi milê artêşa Amerîkayê bi hev re ji bona azadkirina Îraqê qurbanî dane û ew qurbanîdan jî ji bo wê armancê bû ku em Îraqê bigihînin rojeke weke îro. Ji bona ragirtina aramî û asayîşa welêt û çareserkirina pirsgirêkan em dê bi hemû şiyanên xwe bixebitin.

Di civînê de ji aliyê Amerîkayê ve;  James Jeffrey balyozê Amerîka li Iraqê, general Ostin fermandarê hêzên Amerîka li Iraqê,  Alaksander Vêrişbaw yarîdederê wezîrê bergirîyê bo karubarê emnî,  Deg Wîlson yarîdederê wezîrê bergirîyê bo karubarê giştî, Jêremî Baş birêvebirê nivîsîngeha taybetî ya wezîrî û Aleks Laskarîs konsolosê  Amerîkayê yê  herêma Kurdistanê  amade bûn.

Ji aliyê Kutrdistanê ve jî: Berhem Saleh Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta, şêx Ce’fer şêx Mistefa wezîrê pêşmerge, Kerîm Şingalî wezîrê Navxwe, Fuad Hisên û Felah Mistefa amade bûn. 

Back to top button