Hunermend Şûkrî Rêkanî li ser nimêjê hat kuştin
Berbanga sibeha roja yekşemê (10.07.11) hunermendê millî Şûkrî Rêkanî ku wekî Şûkrî Bêsepî tê naskirin 400 metre dûrî mala xwe ya li komelgeha Şêledizê ji aliyê kesek ne naskirî ve gûle lê hat reşandin û hat kuştin. Polîsên navçeyê jî dibêjin: “Ew bûyer ne terorîstiye û li ser pirsgirêkek civakî ye.”
Li gor Rûdawê, Şûkrî Rêkanî çend ajal hebûn û her sibeh ji bo çêrandinê di birin çêrgeha li pişt mala xwe. Dema gûle lê hat reşandin, bi nimêjkirinê ve mijûl bû. Lê heya niha kûjerê wî nehatiye girtin.
Ziyad Rêkanî kesek nêzî Şûkrî Rêkaniye ji Rûdawê re got:
– Sibeha ku Şûkrî hatî kuştin wekî her sibehekê pez û miyên xwe ji bo çêrandinê biribû û nêzî 400 metreyan ji mala xwe dûr ketibû. Piştî ku destnimêjê digre û dest bi nimêjkirinê dike, kesek gûleyan lê direşîne û nêzî 9 fîşekan lê dide û di cih de Şûkrî jiyana xwe ji dest dide.
Şûkrî Rêkanî di temenê 61 saliyê de bû, hunermendek folklorî bû û bi taybet li herêma Behdînan dihat naskirin. Zêdetirî 300 stranên folklorî û bi dehan kasetên tomarkirî heye. Şûkrî Rêkanî beşdarî gelek bernameyên hunerî yên televizyon û radyoyên navxweyî yên Kurdistanê bûye.
Ziyad Rêkanî dibêje ku heya niha ji wan re zelal nebûye ew hunermend ji ber çi hatiye kuştin:
– Berî çend salan kurekê Şûkrî yê bi navê Faris (28) li ser rûbarê Şîn yê geliyê Balinda ku dikeve sinorê Amêdîyê ji aliyê hevalekê xwe ve hat kuştin. Hê jî xema jidestdana kurê wî nehatiye ji bîr kirin, ya bavê wî jî lê zêde bû.
Rêveberê polîsên navçeya Amêdîyê Cemîl Xalid derbarê kuştina Şûkrî Rêkanî de ji Rûdawê re got:
– Em di saetên sibehê de hatin agehdarkirin ku li rojhilatê navçeya Amêdîyê li komelgeha Şêledizê bûyerek ya kuştinê rûdaye. Em gihiştin cihê bûyerê, me dît ku hunermendê navdar Şûkrî Rêkaniye û bi çekê hatiye kuştin.
– Li gor şopandinên me ev ne bûyerek terorîstiye û belkî ji ber bûyerek civakî çêbûye.
Heya niha ti kes ji ber kuştina Şûkrî Rêkanî nehatiye girtin. Rêveberê polîsên naveçeya Amêdîyê di dawiya axaftinên xwe de got:
– Ne diyare Şûkrî ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Ji ber vê yekê heya niha ti kes li ser kuştina wî nehatiye girtin û lêkolîna polîsan ya derbarê bûyerê de berdewame.