Polîtîk

Serokwezîr digel Balyozê Amerîkayê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 27.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê digel Konsulê giştiyê wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.

Her du aliyan pêşhatên emnî û siysî yên deverê, rewşa Îraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê û beşdarî û piştgiriya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Adil Abdulmehdî di civînekê de behis kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re got ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û ji bona aramiya Îraq û başbûna rewşa aborî li Îraq û Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê piştevaniya serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî bike.

Danûstandinên aliyên siyasî w pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên girêdayî rewşa Îrq û herêmî, çend mijarên din yên civînê bûn.

 

Back to top button