ENKS ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku girtina siyasî nemîne
Li Rojavayê Kurdistanê, mijara diyalogê bêhtir ji carekê hatiye gotûbêjkirin û tevger li ser hatiye kirin, herwiha hewlê encamdana wê diyalogê bêhtir ji carekê hebûn, lê ti encameke berbiçav nehate dîtin. Her aliyek jî, merc û nerînên cuda û taybet bi xwe, derbarê vê mijarê nîşan dide û li ber aliyên din datîne.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) destpêşxeriyek ji bo diyalogê ligel Rêveberiya Xweser, nîşan daye. Di vê destpêşxeriyê de, ENKSê daxwaza destpêkirina diyalogê kiriye, lê bi mercê ku Rêveberiya Xweser, ne tenê hinek girtiyên siyasî serbest berde, lê belê bi mercê ku dosyeya girtina siyasî bigire û vê pirsê yekalî bike.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di daxuyaniya civîna xwe ya 23yê vê meha Mijdarê de, daxwaza rêxweşkirinê li pêş diyalogê ligel Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiriye.
Di daxuyaniya xwe de, Emîndariya Giştî ya ENKS daxwazê ji Rêveberiya Xweser û PYDê dike ku bi girtina dosyeya girtiyên siyasî, rê li pêş diyalogeke ciddî xweş bike.
Endamê serkirdayetiya ENKSê û sekreterê Polîtbîroya PDK-Sê, Mihemed Îsmaîl di lêdwaneke taybet de, ji Rûdawê re got ku ENKSê daxwaza keşûhewayeke guncaw ji bo diyalogê dike, ew jî girêdayî girtina dosyeya girtiyên siyasî ye û nehiştina kiryarên qedexekirina karê siyasî ye, herwiha vekirina nivîsgehên partî û rêxistinên siyasî û sivîl e. Xala din jî nehiştina guşara berdewam ku li ser gelê Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên siyasî tê kirin, weke ku dibêje.
Îsmaîl, nîşan bi wê yekê da, ku ENKSê daxwaza garantiyê ji bo vê diyalogê dike, ew jî bi hebûna aliyekî sêyem ku li ser pabendiya aliyan bi naveroka diyalogê, di xal û mijarên giştî û hûrgiliyan de jî, weke garantor be.
Rêveberiya Xweser di nav de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk, merecekî sereke li pêş ENKSê datîne, ew jî ew e ku ji nav Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyonê derkeve û helwesta xwe li beramber Tirkiyê û opozisyonê eşkere bike û mercê ruxsetkirinê karê siyasî ji saziyên Rêveberiya Xweser, bipijêre.
Berê jî rêkeftinên Hewlêrê û Duhokê, di navbera herdu aliyan de, hatibûne kirin, lê ew rêkeftin neketin warê praktîkê û nehatin cîbicîkirin. Gelo kengî û çawa wê rêkeftineke nû û diyalogeke nû bê destpêkirin? Bersiva vê pirsê ji pêşhate û guhertinên paşerojê re dimîne.