Polîtîk

Kurdistan bi hewceyî destûr û serokê herêmê ye

Sekreterê Giştî yê Partiya Soşyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd ragihand ku niha Kurdistan bi hewce ye ku destûrek û serokê wê hebe.

Hihemedê Hacî Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê em ne ligel wê hikûmetê ne ku hemû partiyên siyasî yên Kuridtanê tê de beşdar bin, ji ber ku bi vî awayî dê ew hikûmet tenê ji bo razîkirina partiyên siyasî be. Li hemû welatên demokrat û destûrî de, dema partiyeke siyasî di hilbijartinan de biser dikeve, ew hikûmetê ava dike, lê li Kurdistanê ne wisa ye û eger hikûmet li Hewlêrê bi tenê bê avakirin dê deselata wê li Silêmanî û Helebçe tune be. Gerek her partiyek li gorî kursiyên xwe di hikûmetê de beşdar be.”

Hacî Mehmûd wiha got: “Pêwîst e ew partiya ku di hikûmetê de beşdar be, pêwîst e bi merc beşdar be ku piştgiriyê li hikûmetê bike û nabe di nêvî de ji hikûmetê vekşin. Hemû partiyên siyasî dixwazin di hikûmetê de beşdar bibin, lê bi baweriya min pêwîst nake hemû partiyên siyasî di hikûmetê de beşdar bin.”

Derbarê serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, Mihemedê Hacî Mihemed wiha got: “Rewşa niha dixwaze ku pêwîst e pirsgirêk bên çareserkirin. Rewşa pêwendiyên welatan jî ji me re dibêjin ku derfeteke nû ji Kurdan re hatiye û pêwîst e em sûdê ji wê derfetê bibînin.”

Hacî Mehmûd wiha domand: “Pêwîst e di vê xula niha ya Parlamentoya Kurdistanê destûrek ji Kurdistanê re bê nivîsandin, ji ber ku Kurdistan bi herceyî destûrekî ye da ku sîstema rêveberiya welat bê amadekirin û deselat li gorî destûr karê xwe bike. Pêwîst e serokê herêmê li Kurdistanê hebe. Pêwîst e abûriya Kurdistanê bê rêkxistin. Rewşa xelkê Kurdistanê bê başkirin.”

 

Back to top button