PDK dixwaze bi beşdarbûna Goran difinbilindiya YNKê bişkîne

Gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta başûrê Kurdistanê dest pê kirine û heta niha çend civîn bi awayekî neragehandî di navber çend aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê de çêbûne.
Li gor wan zaniyariyên gehişitîne me , Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê ji carekê zêdetir civiyane û ew civîn dûrî zom û çavkên kameran bûne, aniko bi dizî û ji ragehandin û medyayê re nehatîne vekirin.
PDK dixwaze Tevgera Goran beşdarî kabîneya nû ya hikumetê bike û Tevgera Goran jî dixwaze bibe beşek ji kabîneya hikumeta nû. Lê her du alî, PDK û Goran, gelek bi hesasî û hişyarî nêzîkî hev dibin. Partî dizane Goran şikestiye û di rewşek aloz de derbas dibe, lawaze û nakokiyên wê yên navxweyi roj bi roj kûr dibin, eger Goran di vê rewşa ew tê de ye beşdariyê di hikumeta nû de bike dê nakokiyên wê yên navxweyî gelek kûrtir û berfrehtir bibin. Eger Goran divê rewşa xwe ya şikestî di hilbijartinan de û di rewşa xwe ya aloz de beşdarî hikumetê bibe nikare çi şertan bi ser partî de feriz bike.
Partî dixwaze di vê qonaxê de, Goran di hikumetê de beşdar be da li devera Silêmaniyê balansa siyasî û îdarî rabigire û Goran û Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê (YNK) bixe di terazûyeka hevseng de û bi vî awayî difinbilindiya YNKê li Silêmaniyê bişkîne.
YNK jî vê yekê baş dizane û ev hawkêşe baş fam kriye, ji ber hindê bi hişk û dijwarî dije ku Goran beşdariyê di hikumeta nû de bike û çend caran ji partî re gotiye ku ew qebûl nakin goran bibe beşek ji kabîneya nû. Lê partî weke hêza yekem ew biryar dide ka kî beşdarbe û kî beşdar nebe di hikumetê de. rojên bên ev tabiloye dî zêdetir zelal bibe.
Nûçe/Analîz
N.H.