Çavê li deriya xwelî li seriye !
Dilciwan Helbest
Gelê Kurd maye li ber dua û weaza, nesîheta. Di wextê Îslamê de Îslam lawaz bû nikarîbûn bêjin êku kola bigirê, bikirê û difroşê herame gunehe, îca weaz dikirin digotin: Heçî kolekkî azad bikê xêra wî gelek mezine wê herê cennetê , ê ku kolekî serbest bikê bûhûşt li benda wîye! Îca carna hineka kolenin azad dikirin hinkî din jî çav li wan dikirin wan jî kolê xwe hur dikirin.
Lê Tirk û Ereb û Ecem li weaza jî nahisênin, ma çi? Ma em berbendî Emerîqa û Rusya’ne ku zirtekê li Tirka û Ereba Yan Ecem’a bikin belkî hinekî guvaşê li ser me Kurda kêm bikin. Lê ew jî berbendî berjewandîyên xwe ne, ku berjewendîyên wan nebin bo me Kurda zirta nakin li tu kesî.
Ew ejalê li Afrîqa ew şêr wan ejalên din dixwin, celebê şêra gelek dih an duwazdeh hene, lê celebê wan gamêşa bi hindikayî pêncî şêst sed hene ji bo paraztina wan ew sitirihê wan wekî şûrane heger ku tevan bi hev re êrîşî wan şêran kiribana şêran nikarî bûne wan, wê ew şêr tevan ji berçî bûna miriba na. Lê mixabin wekî me Kurda yek li yekî nabi xwedî bûne nêçîra ejalên goşt xwer tevan.
Ê me Kurdan jî ku yekgirtin û hevkarîya me hebana pêdivîyan me Kurda bi waza Îslamê û nejî bi zirtê Amarîqa û Rus ne jî bi Evrûpa tune bû. Heger em Kurd hebin em besî xwe ne lê ku em tune bin kî ji Kurda re zirta bikin an jî waza ji liwan bikin bê fêydeye bê sûde.
Mustafa Kemal got: “Pera bidine Kurda bi pera bavê xwe dikujin. Lê ku we pere dane wan û pere ji destê we ne girtin hingî hûn nikarine wan heqê wan bidine wan. Gelê Kurd zêde hij pera dikin wekî (Mihyedînê Erebî) lingê xwe li erdê xist kot: “Kuro Rebê we vaye dibin lingê min de ye. Ev hinek ji van Kurdê bê xîret hene heta îbadeta wan ji bo pera ye pera ser her tiştî re digrin. Kurd bi xeletî û şaşîtîyê bi xaîntîyê ocaxê Kurd tefandin, wilo kirin ku gelê Kurd nema ne rastî û xeletî ji hev vewejêre. Bi van fen û fûta vê xaîntîyê bi zilmê bi xapandinê Kurd şaşo maşo kirin nema tişkî jev derdixin.
Dinya global bû hate guhertin rewşeke nû derket, şert hatne guhertin, sîyaset, rêxistinê nû derketin kom civîn program hatine guhertin, ew komunîzim hilweşa sosyalîzim lewaz bû demokrasî xwert bû. Lê mixabin APO’cî ya xwe neguhert ew tredejîya xwe berdewam kirin him û gum bikuje û bireve xwe bide kuştin û bidomêne ne xilas dibê û ne safî dibê! Lihev narûnin aqilekî hevbeş bi hevre rêkevtinekêku Kurd sûdê jê bigrin çênekin.
Bêdivîya gelê Kurd bi guhertina rêjima Tirka tune ye, bêdivî biyekîtî û bi azadî û serxwe bûna çanda Kurd heye, bi nexşeyeke qahf û qahf axa Kurdîstanê heye, bi Al û hebûna Kurd heye.
Ev rêxistineke nav gelê me de çêbû kêfa gel hat gotin em bûne xwedî rêxistin. Lê mixabin nel gorî daxwazê vî gelî dikin. Dibêjin, emê Rojhilata Navîn bikin wekî hev, emê teva bikin yek ban û yek gundor.
Ev çîrokin ev xwan û xeyalin an ev henek pêkirine! Îro di vê rewşa niha de sê hêzê xwirt hene di dinyayê de Amarîka, Rusya, Evrûpa, ev hersê hêz nikarin Rojhilata Navîn bikin wekî hev, ka hûn çi feqîrin ku hûn dibêjin, emê dinyaê bikin wekî hev. Hûn bi çi bahwerin? Hûn qelsê eksin, yan jî birîm û li dêrêxim ê Misilman got: “Ez birîm û li dêrêxim Mesîhîya lêxistin her digot,ez birîm û li dêrêxim destê xwe bilind dikir û baskî dêrêve dirêj dikir. Çengê wî şikandin bi devê xwe digot, devê wî girtin, bi çavên xwe wisa dikir û wisa dikir yanî bi çavan nîşan dida berdewam. Ev jî beşek ji Kurda ne, ew prose ku çênebû plana xwe biguhere şeweyekî din.
Ev nihaka ev partiyê li Bakur platform çêkirine wê ji bo çand û ziman, ev tiştekî gelek başa lê ku berdewam bê. Lê ez gelek ne bahwerim boçî? Rêxistina xilbe HDPe rêveberê hedepê tev Tirkên Elawîne ew hij Kurdîtîyê nakin, ew dixwazin ku vî gelê Kurd bikin Tirk îca wê li ser çanda Kurd bixebitin na. Heger mere li heqîqetê binerê ewê ku bi Tirkî diaxivin dinav hedepê de evan zerara gelkî mezin dana Kurda.
Ev bîst salin ev jinkê Tirk’ê Kemalîst anîn berdane nav gelê Kurd. Li bajarê Kurda li kolanê Kurda, li qadê Kurda bi Tirkî propaxanda dikin çivîna û goterên wan bi Tirkî ne. Bedêla Tirka ew gelê Kurd, bi Tirkî perwerde dikin. Jinê Kurda nexwindî ne, nezanin wexta ku wan jinkê ji Anadolê dihatin û bi Tirkî propaxanda dkirin jinê Kurd dikotin: “Ax xwezî me jî bi tirkî zanîba ne, kirin ku jinê Kurd tevî bi Tirkî bizarokê xwe re diaxivin zorok tevî kirin Tirk! Hedepî mal bi mal digeran ji bo hilbijartinê digotin: “Ha hûnê mohrê li vir xin. Lê ne digotin bi zimanê dayîka pîroz dolemend û şîrîn biaxivin ev nedgotin! Lê heger ji nîvê rê jî me re vegerê dîsa başa.
Heger ku mere kengî ji xew şîyar bibê hingî dest bi xebata xwe bikê wext hîn zahfe dem ne qedîya ye. Ku mere ji wan xeletiyê xwe ê derbas bûyê aqil bigrê, pêzanîna ji wan xeletîya bigrê wan tawanê xwe dubara nekê, bawerîya gelê xwe bînê cî serkeftin wê hebê.
Carna hinek ji Kurdê me di civatê de di civînê de xwe didine pêş û çend goterê xweş û çend pêşniyaran û çend rexna bi hev re pêşkêş dikin. Xwe dikine şûna bawermenda bahsa netew, nexşe, çand daçê Kurd dikin, kêfe mere tînin. Lê dûvre em li emelê wan dinerin balonê vala na, hinek jî belevajî derdikevê ku sîxwirê dijmin.
Dikin ku hewesa me ji Kurd û Kurdîstan sardibê. Evê pere parêz û aqil ker welat tevî xerakirin bin û ser, ji bo pera ku garana beraza hebê wê çine ber, evê derwîn û viroker û pîs nefer, nahêlin ku Kurd berê xwe bibne ser …
12.11.2018