Cîhan

Aramiya Iraqê girêdayê rewşa gelê kurd de

Fransa di civîna Konseya Asayişa Navnetewî de, da xûyakirin ku, aramiya Iraqê bi gelê kurd ve girêdaye.

Konseya Asayişa Navnetewî ya NY di derbarê rewşa Iraqê de civînek li darxist. Di civînê de nûnerê dewleta Fransa François Delattre axavtinek kir û di vê derbarê de dîtina welatê xwe eşkere kir.

Delattre di derbarê avakirina Iraqê de da xûyakirin ku, Iraq welatekî bihêze û aramiyeke baş heye ji bo vê yekê em dê alîkariya avakirina navçeyên rizgarbûyî bikin.

Nûnerê Fransayê di axavtina xwe de got, aramiya Iraqê girêdayê rewşa gelê kurd de.

Back to top button