Civak

Dê rojane milyonek birmîl petrol bighe bazara navdewletî

Wezareta samanên sirûştî ya Kurdistanê di daxûyaniyek ya xwe de ragihand ku, niha rojane 700 hezar birmîl petrol boriya weguztina petrol de diçe Tirkiye. Wezaret dibêje armanc ewe ku dê ev rijeya rêkirina petrolê bi rêya boriya veguhaztina petrolê rojane bighe milyonek birmîl.

Malpera fermi ya wezaretê dide xûyakirin ku, ji bo lêgerina petrolê li herêma Kurdistanê li gel şirketa DNO û Genel Energi rêkevtin hatine îmzekirin.

Li gel rêkirina petrola Kerkûkê jî, dê rojana milyonek birmîl were rêkirin. Niha Kurdistan tenê rojane 400 hezar birmîl bi rêya boriya digihîne Ceyhanê.

Xeta boriyan a ku sala borî hatî danîn, li seranserê Kurdistanê re derbas dibe û nêzîk deriyê sînorî yê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê Pêşxabûrê re derbas dibe û nêzîk Behra Spî digehe Ceyhan a Tirkiyê.

Wezaret di daxûyaniya xwe de dibêje: Ji bo rêje û berhemînana hikûmeta herêma Kurdistanê dê zêde bibe, qadên berhemanînê dê berfireh bibin û di heman demê de, ji aliye hikûmeta navendî ve ew nefta ku hatî derxistin û nedaye derve jî dikare bi wê rêyê ve bo Ceyhanê bê gehandin.’’

Back to top button