Divê hikûmetek li gorî rastiya Kurdistanê bê avakirin

Divê hikûmetek li gorî rastiya Kurdistanê bê avakirin

 

Berpirsê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager, bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Piştî îxaneta Kerkûkê di hilbijartinên Iraqê û ya Parlamentoya Kurdistanê de miletê Kurd li başûrê Kurdistanê piranî dengê xwe dan PDKê. Ev nîşan e ku piraniya miletê başûrê Kurdistanê PDK wek tekoşerê dewletbûna Kurdistanê dibîne.

 

Pirsên Rojevakurd û bersivên Roger Çager:


Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersiv:

Di hilbijartinan de mijara yekem ku bala min kişand kêmbûyîna beşdariya hilbijartinan bû. Li gorî ku hate dîyarkirin di hilbijartinan de ji %57 beşdarbûn heye. Ev pirsgirêkeke ku pêwîst e hikûmeta nû li ser wê bi girîngî hûr bibe. Ji ber ku hêjmara %43 yên ku beşdar nebûne yek bi yek ji hêjmara dengên hemû partiyan zêdetir e. Ev jî nîşan e ku armanca têkoşîna siyasî negihaştiye milet û milet xwe li derveyî vê siyasete dibîne. Li gorî min çend sedemên vê yekê hene. An miletê başûrê Kurdistanê baweriyê bi hilbijartinan nayne, yan jî bi qasî ku neçin ser sindoqan bêhêvî bûne ku ev jî xeteriya herî mezin e ji bo destkeftiyên Kurdistanê. Dibe hin sedemên din hebin. Lê sedem çi dibe bila bibe, divê hikûmeta nû çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Divê hikûmetek li gorî rastiya Kurdistanê bê avakirin. Li Kurdistanê şerê dewletbûnê berdewam dike. Miletê Kurd di referandûmê de ji dinyayê re eşkere kir ku dewleta Kurdistanê dixwaze. Piştî referandûmê bi îxanetê Kerkûk ji Kurdistanê hate veqetandin. Piştî îxaneta Kerkûkê di hilbijartinên Iraqê û ya Parlamentoya Kurdistanê de miletê Kurd li başûrê Kurdistanê piranî dengê xwe dan PDKê. Ev nîşan e ku piraniya miletê başûrê Kurdistanê PDK wek tekoşerê dewletbûna Kurdistanê dibîne û dixwaze xurt bibe. Loma divê hikûmeteke li gorî vê daxwazê bê avakirin. Ger wê di encamê hilbijartinan de daxwaza milet pêk neye wê demê çima hilbijartin çê dibin?

Mijareke din jî ew e ku divê tu aliyê ku heta niha li hember dewletbûna Kurdistanê de kar kiribin di hikûmeta nûh de cih negirin. An na wê baweriya milet kêm bibe. A rast jî ev e. Li başûrê Kurdistanê bi salan e ji bo dewletbûnê şer û têkoşîn berdewam dike. Bi hezaran şehîdên me hene. Ger aliyên ku li dijî Kurdistanê xebitîbin di hikûmatê de cih bigirin ev bêrêzî ye li şehîdan, li hemû têkoşerên Kurdistanê û li miletê Kurd ku di referandûmê de daxwaza dewletbûnê kir. Di heman demê de ev bêmantiqî ye jî. Hêzekî ku ji bo dewletbûnê têdikoşe û milet wî hilbijartibe çima hêzekî ku li dijî dewletbûnê kar kiribe bi daxwaza xwe bigire hikûmetê. Ev ne demokrasî ye û ne mantiqî ye jî. Ger demokrasi ev be, di rewşa niha de ev demokrasi bo me ne pêwîst e. Tiştê ji bo me pêwîst ji bo dewletbûnê têkoşîneke bi biryar û zelal e ku bi beşdarkirina xayinan nehatibe şolîkirin.

Ji bo hikûmeta nû jî û ji bo hemû hikûmetan jî divê armanceke sereke hebe û ew jî dewletbûna Kurdistanê ye. Heta dewletbûnê hemû armancên din divê di bin siya vê armancê de bin.

Gava pêşîn ku bê avêtin ev e ku divê dezgehên hikûmetê bên avakirin û ev dezgeh ne di bin siya partiyan de bin. Ji van dezgehan yekî girîng dezgeha leşkerî ye. Divê hêzên Pêşmerge hêzên artêşa Kurdistanê bin ne hêzên partiyan bin. Ev cudabûna hêzên Pêşmerge astengeke gelek mezin e li pêşiya dewletbûnê. Lê yekkirina hêzên Pêşmerge tenê ne bes e. Di heman demê de divê hikûmeta Kurdistanê nehêle ku li ser axa Kurdistanê ji xeynî hêzên Pêşmerge tu hêzeke din a çekdarî hebe.

Gaveke din ku pêwîst e bi lez bê avêtin, çalakkirina dezgehên qanûnî û dadî bin. Divê Kurdistan bi qanûnan ve bê birêvebirin ne bi civînên partiyan û divê ev qanûn li ser hemû partî û kesayetiyan bin. Qanûnên herî girîng jî ku pêwîst e êdî hebin li ser cezakirina îxaneta Kurdistanê bin.

Gaveke din a girîng jî ev e ku hikûmeta nû di têkoşînê de miletê Kurd bike kirde. Ev têkoşîn têkoşîna dewletbûnê ye. Yanî têkoşîna mayîn û nemanê ye. Loma nabe ev têkoşîn wekî têkoşîneke siyasî ya di nava partiyan de xuya bike û were bimîne. Divê miletê Kurd di vê têkoşînê de bibe kirde ku ev têkoşîn bigihêje serkeftinê. Ev jî barê hikûmetê ye.

Slav û rêz

Roger Çağer

05.11.2018

 

1 Comment
  1. Roger Keko,Tû behsa çi dikî?
    YNKe,ji zû de,Herêm kirî çend Îdare. Suleymanlyê û Kerkuk û Helebce fermanên xwe ji Îranê dibin nek ji Hewlêrê.YNKe bes Peran ji Hewlêrê dixweze nek ferman.û Hewlêr,ji kê ditirse peran didet wan nek kî destpak û xebatkare….
    Sêr û semare ewe ku axir zeman her kes zane û Dewletên Cîhanê bihîstine ku YNKe sextecî,tezwîrcî û xîtanetê bi roj û bi şev li xwe û li Herêmê dike û bi serde YNKe wezareta Edaletê ji Hikumeta Îraqê ya nûh dixweze!!û ji Hikumeta Hewlêrê dîsa behsa flftî-fîftî diket.
    Ema erkên Fermandarên Pêşmergehên YNKê hêza xwe ya 70 û asayêşê û ya li dijî Terorê û Hêza Reş,di yekbûna Herêmê de tembelin û di digel Heşdi- Şeebî ya ku Hêriş Kurdistanê kirî û Kerkuk zept kirl pêkve li dijî yekbûna axa Herêmê Xîyanetê, red nakin.
    Heta Îran û Qasim Suleymanî hebin,bila kes tiştî ji YNKê hêvî nekin.
    Ena Tevgera Gorranê ji xwe ji YNKê zahne ewjî dibêjin em li ku bin Li Hikumet bin an ku ne li Hikumet bikin em behsa Bernameya xwe dikin nek bernameya Hikumet.Tevgera an Komela AlÎ Bapîr,xudanê 7 KursÎyên Perlemanê ye,bi qasî mesafa erd û esmên ji bernama Hikumet dûre..Di Şikevt û di bin erdê de,bi şev digel îstîxbarata Îranê,bi hevre zikir dikin..
    Xudê, û milet,êhevalê Partî û Nêçîrvan Barzanî be..

Nerîna min :