Wezareta navxwe ya Iraqê li ser logoya xwe kurdî nivîsand

Wezareta Navxwe ya Iraqê logoya xwe guherand û navê wezaretê bi zimanê Kurdî li tenişta zimanê Erebî û Ingilîzî nivîsand.

Di logoya nû ya Wezareta Navxwe ya Iraqê de, wêneyê serê baz hatiye danîn, ku sîmbola Komara Iraqê ye û di binî de, du şûr û du şaxên kesk tên dîtin û ji aliyê çepê ve bi Kurdî navê Wezareta Navxwe hatiye nivîsandin.

Ev yek di demekê de ye, ku berî niha nivîsa bi Kurdî li ser wê logoyê nebû, lê piştî Adil Ebdilmehdî postê Serokwezîriya Iraqê wergirt, ew nivîs li ser logoyê hat danîn.

Nerîna min :