Civak
Zarokek 16 salî bi tohmeta heqaret kirinê hate girtin
Li bajarê Edenê zarokek 16 salî bi tohmeta propagandeya rêxistina “terorist“ dike hate binçav kirin.
Ji berî niha du efserên Tirk li devera Dersimê ji ber sermayê qerisîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.
Ev yek di medya Tirkî de gelek hate gotubêj kirin. Hinek kesan jî mirina van herdu efseran di medya civakî de wek serkeftinek kî nirxandin.
Parlementerê berê yê HDPê Lezgin Botan di medya civakî de behsa mirina van herdu efseran kirîbû. Ev bûyer wek serkeftinekî dabû xûyakirin.
Zarokek 16 salî li Edenê jî ev bûyer di medya civakî de wek serkeftinekî da xûyakirin û ji aliyê polisan ve hate binçavkirin. Bi tohmeta propaganda PKKê derêxistin dadgehê. Dadwer bi tohmeta heqaret kirina şehîdan biryara girtina vî zarokî ya hepsa malê da.