Min dît û nabêjim (Roman)

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Şev tarî dil bi şik û goman bûn. Mêjî gelek bersiv di xwest. Lê nizanim rengê bersiv û Bersiva çawa bûne. Hêvî zindî di bûn û xeyal bi geş di bûn.

Lê Bihar xemgîn û di tirs û hêvîyè asede bûn.

..Wext ne di sekinî wek xwe dikir ,lê ne dîlan hebû û ne herb.Mirov zan dikir ku şervan şûrê xwe siqa dikin û li benda herbe sê ye mîn. Tefekûr kûr di bû û gelek tişt mûhakeme dikir. Xewna kûr, dihate dawîyê û xeyalê berê ji bê çare bûn di rawistin.Min bi hêrzeke mezin ji xwe di pirsî çime û jibon çi.Gelo ev jî feleke rûreş bûye sebep?Ez li dengene ku ji zûde min his nekiri bu hişyar di bûm. Ez jî kûderê hatim kûderê, ma gelo ev jî ne tiştekî bâlkêşe?

..Roj bi zelal bûne xwe li rûkê axê di kenî û ez mîne şaşe di mame sekinî. Vê care pirsê nû digotin bersiv bide, ev wêran û ev rewş wê çawa bibê. Min fahm dikir ku wext wê gelek tişt zelal bikê û min serî li sebrê dida…Dema ku mesele bu sebir ,Qewlê Qîyametê di hate bîra min.

….Qewlê Qîyametê….

Rojekê ji rojan dibî.

Terqîn li erşan dibî.

Xebare li çîyan dibî.

Suniye li behiran dibî.

Ne kesê kesan dibî.

Ne babê pisan dibî.

Ewê rojê xelikê zalim.

Li wê derê nuqisan dibî.

Ew bû roja dijiwar dibî.

Kursiya pedşa li xwar dibî.

Qazî bi xwe cebar dibî.

Ne sed xwezî bi ruha enkar dibî.

Sed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî.

..P:Dest pêka Edebiyata Kurdî.

..Nivîskâr :Doç. Dr.Abdurrahman Adak.

..Weşanxane :Nûbihar

..Rûpel :176-177.

Wext zelal bû û min xwest li newale sîsebanê xweş meyzekim. Derketim ser ban û çar dorê welatê min mîne mêrikê li ber çavê min bû. Rengê pela cure cure reh didane jîyanê, min ku rawiste ey newala sîsebanê, tu dibin zilmê de bi nalînî, xweş fahm dikim ji zimanê te,lê zû û ne dereng wê cîhane bêbext jî ji zimanê te fahm bikê.

Şev tarî dil bi şik û goman bû. Mêjî gelek bersiv di xwest. Lê nizanim rengê bersiv û Bersiva wê çawa bûne. Hêvî zindî di bûn û xeyal bi geş di bûn.

Lê Bihar xemgîn û di tirs û hêvîyè asede di bûn.

..Wext ne di sekinî wek xwe dikir ,lê ne dîlan hebû û ne herb.Mirov zan dikir ku şervan şûrê xwe siqa dikin û li benda herbe sê ye mîn nin. Tefekûr kûr di bû û gelek tişt mûhakeme dikir. Xewna kûr, dihate dawîyê û xeyalê berê ji bê çare bûn di rawistin.Min bi hêrzeke mezin ji xwe di pirsî çime û jibon çi.Gelo ev jî feleke rûreş bûye sebep?Ez li dengene ku ji zûde min his nekiri bu hişyar di bûm. Ez jî kûderê hatim kûderê, ma gelo ev jî ne tiştekî bâlkêşe?

..Roj bi zelal bûne xwe li rûkê axê di kenî û ez mîne şaşe di mame sekinî. Vê care pirsê nû digotin bersiv bide, ev wêran û ev rewş wê çawa bibê. Min fahm dikir ku wext wê gelek tişt zelal bikê û min serî li sebrê dida…Dema ku mesele bu sebir ,Qewlê Qîyametê di hate bîra min.

….Qewlê Qîyametê….

Rojekê ji rojan dibî.

Terqîn li erşan dibî.

Xebare li çîyan dibî.

Suniye li behiran dibî.

Ne kesê kesan dibî.

Ne babê pisan dibî.

Ewê rojê xelikê zalim.

Li wê derê nuqisan dibî.

Ew bû roja dijiwar dibî.

Kursiya pedşa li xwar dibî.

Qazî bi xwe cebar dibî.

Ne sed xwezî bi ruha enkar dibî.

Sed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî.

..P:Dest pêka Edebiyata Kurdî.

..Nivîskâr :Doç. Dr.Abdurrahman Adak.

..Weşanxane :Nûbihar

..Rûpel :176-177.

Wext zelal bû û min xwest li newale sîsebanê xweş meyzekim. Derketim ser ban û çar dorê welatê min mîne mêrikê li ber çavê min bû. Rengê pela cure cure reh didane jîyanê, min ku rawiste ey newala sîsebanê, tu dibin zilmê de bi nalînî, xweş fahm dikim ji zimanê te,lê zû û ne dereng wê cîhane bêbext jî ji zimanê te fahm bikê.

Mij û mora girt ser dil û jîyanê. Ew malbata hêja û ketkâr, jibon bêjewendîyê şexsî wêran bû.

..Bavo kete xem û kedere û li çareserîyê di gerê. Ji Dayîkê deng nayê agirê va kederê bê sînor bi tefê. Wê çawa bê ev hâlê xerab.?Fesad derketin holê dîse…Bê dengî yê cîyê xwe dengê fesad bûne. Bavo were em jîyanê nû bikin.Lê bavo ligor xwe tiştin zanî bû. Ne di xwest fesad rê bibînin û ligor xwe lîstikê xwe bi lîzin..Rabûm û çûme şêwrê. Min fahm kir fesad wê xerabunê bikin,jibon li gor wa çênebê min gavê avêtin.Bavo jî dixwest lê bi şik û goman bû. Çend aqil dar hatin cem hevdû û biryarê nú sitandin…Rabûm liser cîkî em lê bi sitirin lîkolîn kir.Haye dîtin û em ki cîyê berê cûda bûn. Hatin nîne û meslek tûneye. Çareserî ma ku bi axê bilebikim. Lebikandine axê dest pê bû. Dema çend gavê xweş hatin avêtin fesad dîse hatin ser kârê xwe…Gotin ev nabê, ax ne jibon kesekî ye jibon gelek kesaye. Pirsî mirovê dilovan ku wê çawa bibê. Yek fesad ku divabê parve bibê. ..

..Hewce bûn bi aqilmenda hebû. Hatin cem hevdû û ax parve kirin,gotin pişk, gotin bere. Carek,du car,sê car tim ên rast bi rûmet derket.

..Fesad ne rawistîyen û dest pê kirin,bavo êsîr bû û malbat kete tehlûkê de…Gihiştin hevdû hemû fesad.Dest pê kirin.Dar birîn ax xerakirin,rê qût kirin û şer dest pê bû. 10-15-20 bi hevdûre hicûm berdane zanist. Gotin vadera berde û şensê te tûneye. …Hicûm berdane kâle. Rê qût kirin şer derxistin.Armanc gasp û ganimet û ji neyare re xizmet. Wê çawa bê, nabê û divabê ev haydut rawistin.Maxdur gotin hicûm û bi ser ketin lê bar giran bû. Gûndî, serdor ku ev çîye. ..?Çûne qeleqolê gilîyê welatparêze kirin.Bi ser ne ketin.Rûreştî kirin tê de teqinîn. Ezîyet û keder dane mazluma. Zarokê di pêçekê de jîyana xwe ji dest dan.Lê haydut ne rawistîyen.

..Gûndî revîn û mane sê şexis. Li hevdû rûniştin û gotin ahd û sûnd, em ji vê zilmê re nabê jîn “””ERÊ “”””……..!Dest bi qaside kirin û gotin aşîtî. ..Çime?Jibon ku hîlebaztîye xwe bidin meşandin..Dibê Aşîtî û bi refa bi çek li serdorê tura tavêjin ev çawa dibê? Oldare dest avête pisgirêkê û rûniştin pêk hat û gotin levhatin. Sê şexisê dilovan gotin başe, bere gazin nebin. Dawîye nîyeta paqiş rêçkâ cehenemê ye, lê bere werê Aşîtî.

..Civak belav bû, herkes çû male xwe. Yek roj derbas bû nahtor berdane serdorê û bi ware zugurt. Li derîye xistin,gotin biryare axê ye werin nahtortîyê bikin.Çime….?Gotin hicûm heye evê li çîya telebene, apocîne wê biser gûnd de bigrin,Êdî ev nebû. ..Zanist gotin na,dîse hatin gotin a gotine me anjî rabin ji vî warî. Çete ketin rêçkâ de dest bi tehdîte welatparêze kirin.Edì bes û em diçin ji warê xwe. Mal barbu û penaberbûn dest pê bû. Dest çûne hewa û hate bankirin…Gotin bijî Azadî û bimrê koletî. …..!

Helbest dîse kete pêşde ,ku min bi nivîs mamoste, nabê bileh halo nabê. …Deng naçê erşê Xwadê ku ne bi saye helbestê bê. ….

…MIN NEDÎT…

Ne Evîn dît.

Ne Azadî.

Ne zaroktî.

Ne xortanî.

Min rojek xweş,

Ji xwere nedît. .

Jîyan li min bûye agir.

Mal û milk ji minre qisûr.

Ev hovîtî ez kirim hêsîr.

Ji vî wextî nema bawer kirin.

Ev çi wexte em mihacir.

Rojek xweşî min jî xwe re nedît. …

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..Pirtûk :Gazîya min ;Qirîna min’e. ..

..Weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :67.

Sînorê Bûnisra xilas bû. Em ketin sînorê Bakûr û Rojava. Bajarê wêran û bi dil şikestî. Kî zanê gelo çend dayîkê hêstirê çava rijandine liser vê axke pîroz?Eskender hate û jîyana xwe dayî û çû. Wey hawar û wey hawar ji derdê vê bindestîyê bê sînor……!

Roj bi Roj serdor tevlî hevdû di bû. Êdî kêr gihiştin bu hestî û dil can têşîye. Çete û menfeatperest ne di rawistin.Mecburen çi hebû me nîvheqekîfiroşt. Rêz û çi hebûn. Penaberbune bajêr elemeke mezin da.Dema mirov bindest bê her teşqele têne serê mirov.Pere nebûn, meslek nebû û çareserî ne dihat.Dîse bê çaresertî em birîn xerîbîyê. Vê carê koç bi alîyê cîrantîye Yewnan bû. Derya Ege, ne serî û ne binî bu. Wey baco bi şev û roj rêwingî berdewam bû.

..Dema em gihiştin bajarê Îzmîr ,ser gêjî dest pê bû. Diçim kûderê gelo?Kelha qadîfe, çi qadîfe û çi hâl.Bin şil û ser ziwa. Çend nas hatin dîtin ,lê di revîn. Piştî çend roja ketime kâşkê kelha qadîfe û qehreman.Ji qereçîye bigre heta bi simît firoşe. Gotin nasin û şoreşgerin, çi nas û çi şoreşger ji Qirîstov qolomb xeraptir bûn. Hawar hawara zarokê xelkê û gazine bû. Ez ne va tişte di rakim û ne tehemûl dikim.Min helwest danî û min ku ev nabê. Çapulcîyê liwir hinek jê qaşo şoreşgerê berê bûn. Haydut derbas kiribûn û bûbûne xûlamê şehiltkâre. Piştî helwest hate danîn, gotin hûn çi dixwazin,dîyar bû ku xebat û bi edalet û dirûst bûn bê. Gotin başe û xebat dest pê bû. Liser tablê bi seda poça û simît û şamborek. Barkir in xilas û meş dest pê bû. Texrîben hezar metre û wêde qonaxe firoştinê ye. Li ber pire ku xelk derbasî milê dîtir dibin.Hinek jibon quruşekî reh tavêjin ,wey haware ev çi qewme? Çend roj derbas bû, tiştek nehat fahm kirin. Édî bese ev zilm û ezîyet, amedebûn dest pê bû jibon vegera welat. Ew kêlî ku dîse helbest,jîyan bê helbest nabê. ……!

..KEZÎ ZER..

Emrê min xilas.

Tim di dilê minde ma.

Nikarim ez bêjim.

Ne ji Wezîr’re ,ne ji te re.

Dilê min lê dixê gûme gûm.

Kezî zer tu deynakê?

..Eger,ez çûbûne cem Xwada.

..Ezî bêjim ey Xwadayê min.

..Ez tim bindest û bê war!

..Tu dibînê ey Xwada…

..Emrê min çû vaye xilas..

..Kezî zer tu deynakê. ..

Wext tarî, şev bê denge.

Zinar ketine xewa giran.

Sal û roj limin xayîn.

Dost û yâr tim bê dengin.

Ez di nav destê xelkê de.

Kezî zer tu deynakê. …?

..Pirtûk :Kezî zer.

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :7..

Roj bi Roj serdor tevlî hevdû di bû. Êdî kêr gihişti bu hestî û dil û  can têşîye. Çete û menfeatperest ne di rawistin.Mecburen çi hebû me nîvheqekî firoşt. Rez û çi hebûn. Penaberbûne bajêr elemeke mezin da.Dema mirov bindest bê her teşqele têne serê mirov.Pere nebûn, meslek nebû û çareserî ne dihat.Dîse bê çaresertî em birin xerîbîyê. Vê carê koç, bi alîyê cîrantîye Yewnan bû. Derya Ege, ne serî û ne binî bu. Wey bawo bi şev û roj rêwingî berdewam bû.

..Dema em gihiştin bajarê Îzmîr ,ser gêjî dest pê bû. Diçim kûderê gelo?Kelha qadîfe, çi qadîfe û çi hâl.Bin şil û ser ziwa. Çend nas hatin dîtin ,lê di revîn. Piştî çend roja ketime kâşkê kelha qadîfe û qehreman.Ji qereçîye bigre heta bi simît firoşe. Gotin nasin û şoreşgerin, çi nas û çi şoreşger, ji Qirîstov qolomb xeraptir bûn. Hawar hawara zarokê xelkê û gazine bû. Ez ne va tişte di rakim û ne tehemûl dikim.Min helwest danî û min ku ev nabê. Çapulcîyê liwir hinek jê qaşo şoreşgerê berê bûn. Haydut derbas kiribûn û bûbûne xûlamê şehiltkâre. Piştî helwest hate danîn, gotin hûn çi dixwazin,dîyar bû ku xebat û bi edalet û dirûst bûn bê. Gotin başe û xebat dest pê bû. Liser tablê bi seda poça û simît û şamborek. Barkir in xilas û meş dest pê bû. Texrîben hezar metre û wêde qonaxe firoştinê ye. Li ber pire ku xelk derbasî milê dîtir dibin.Hinek jibon quruşekî reh tavêjin ,wey haware ev çi qewme? Çend roj derbas bû, tiştek nehat fahm kirin. Édî bese ev zilm û ezîyet, amedebûn dest pê bû jibon vegera welat. Ew kêlî ku dîse helbest,ku jîyan bê helbest nabê. ……!

..KEZÎ ZER..

Emrê min xilas.

Tim di dilê minde ma.

Nikarim ez bêjim.

Ne ji Wezîr’re ,ne ji te re.

Dilê min lê dixê gûme gûm.

Kezî zer tu deynakê?

..Eger,ez çûbûne cem Xwada.

..Ezî bêjim ey Xwadayê min.

..Ez tim bindest û bê war!

..Tu dibînê ey Xwada…

..Emrê min çû vaye xilas..

..Kezî zer tu deynakê. ..

Wext tarî, şev bê denge.

Zinar ketine xewa giran.

Sal û roj limin xayîn.

Dost û yâr tim bê dengin.

Ez di nav destê xelkê de.

Kezî zer tu deynakê. …?

..Pirtûk :Kezî zer.

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :7..

Lê wê veger çawa bibê?Geraj qonaxe vegerê ye.Ser derî nivîsî bû. Ên ku werê Mezra Botan..Çav gerîyen li bajovan.Hate dîtin.Pêwendî hate danîn û daxwaz hate qabûl kirin.Rêwingî jibon vegera Mezra Botan dest pê bû…

Tiştekî gelek bâlkêşe. Çine gelo bextê kurda hewqas reşe?Bâlkêş bûne dûyem, Nivîskârê cîhanê gelek liser saye  (Bişta)Kurda de ketin rojevê, a sêyem lîkolîne herî girîng nivîskârê xerîb liser Gelê Kurd û Kurdistan kirine, ev xal ji gelek zanistê Kurd re nebûye meraq.

..Xwadê jê razî û cîyê wî behişt bê Muhammed Zekî Beg dibê balkêşe ku nivîskârê Kurd bi Erebî, Farisî û bi Tirkî nivîstine bi Kurdî ne nivîstine ,””lê nivîskarê Cîhan û Ereb,Faris,Tirk bi Kurdî çime ne nivîstine?””

..WÊJE  (Edebiyat )

Liser Wêjeye Kurdî a kevnar jibon ku em tiştekî nizanin gelek hezin û kedere. Ev jî jkêmasîyeke Nivîskâr ,Dîrok van û lîkolînerê Kurda ye.Gelek hedîse û mesele di jîyane Gelê Kûrd de heye û pêk hatine. Ev gelek îman bûye û gunehkarîyeke mezine. A dûyem jibon ku nivîskârê Kurd bi gelek zimanê dîtir nivîstine. Pirtûk û tiştê ji xeynî zimanê Kurdî ku nivîstine xelk ji ware xwedî derketine û bûye eydê Wêjeya wî Gel’î. Dema ku ev belge ketine bin qeydê de ne weke Kûltir û çande Kurd qeyd bûne. ..

..Pirtûk :Dîroke Kurd û Kurdistan.

..Nivîskâr :Muhammed Emîn Zekî Beg.

..Weşanxane :Nûbihar.

..Rûpel :306-307

Ey Xwada çime welatê xelkê azad de û welatê min bindest û wêrane. Dema min sînorê derya derbas kir ev keder kete dilê minde…Dil ku serî li helbestê bide. .

…WARÊ MI XWEŞE…

Warê mi xweşe, gelek xweşe.

Her timî gule geşe.

Weke Zîn,bêhtir xweşe.

Wek keçeke çav reşe.

Warê mi xweşe, gelek xweşe.

..Ser zêre ,bejin rewşe,

..Serdorè gul Laleşe ,

..Lê çibikim tim bext reşe,

..Dijmin her tim serxweşe,

..Warê mi xweşe,gelek xweşe!

Gelê Kurd her tim başe,

Bi rûmet bi bâlkêşe,

Lê çêbûn Zembîl firoşe,

Ehmed Xanê şoreşe,

Warê mi xweşe,gelek xweşe!. ..

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..Pirtûk :Zerîye Warê min.

..weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :123.

Em hatin ketin sînorê warê bindest. Dema ketin sînorde min tiştek ji Xwadayê xwe xwest, gelo emê di Siwêrek de derbas bibin? Jibon xatirê wî şehîdê bi rûmet Ferît UZUN …

Lê wesayît ne sekinî û dîse min ku silav jibon ey şehîd !……

Tiştekî gelek bâlkêşe. Çime gelo bextê kurda hewqas reşe?Bâlkêş bûne dûyem, Nivîskârê cîhanê gelek, di saye  (ser)Kurda de ketin rojevê, a sêyem lîkolîne herî girîng nivîskârê xerîb liser Gelê Kurd û Kurdistan kirine, ev xal ji gelek zanistê Kurd re nebûye meraq.

..Xwadê jê razî û cîyê wî behişt bê Muhammed Emîn Zekî Beg dibê balkêşe ku nivîskârê Kurd wek ku bi Erebî, Farisî û bi Tirkî nivîstine bi Kurdî ne nivîstine ,””lê nivîskarê Cîhan û Ereb,Faris,Tirk bi Kurdî çime ne nivîstine?””

..WÊJE  (Edebiyat )

Liser Wêjeye Kurdî a kevnar jibon ku em tiştekî nizanin gelek hezin û kedere. Ev jî kêmasîyeke Nivîskâr ,Dîrok van û lîkolînerê Kurda ye.Gelek hedîse û mesele di jîyane Gelê Kûrd de heye û pêk hatine. Ev gelek îhmal bûye û gunehkarîyeke mezine. A dûyem jibon ku nivîskârê Kurd bi gelek zimanê dîtir nivîstine. Pirtûk û tiştê ji xeynî zimanê Kurdî ku nivîstine xelk ji ware xwedî derketine û bûye eydê Wêjeya wî Gel’î. Dema ku ev belge ketine bin qeydê de ne weke Kûltir û çande Kurd qeyd bûne. ..

..Pirtûk :Dîroke Kurd û Kurdistan.

..Nivîskâr :Muhammed Emîn Zekî Beg.

..Weşanxane :Nûbihar.

..Rûpel :306-307

Ey Xwada çime welatê xelkê azad de û welatê min bindest û wêrane. Dema min sînorê derya derbas kir ev keder kete dilê minde…Dil ku serî li helbestê bide. .

…WARÊ MI XWEŞE…

Warê mi xweşe, gelek xweşe.

Her timî gule geşe.

Weke Zîn,bêhtir xweşe.

Wek keçeke çav reşe.

Warê mi xweşe, gelek xweşe.

..Ser zêre ,bejin rewşe,

..Serdorè gul Laleşe ,

..Lê çibikim tim bext reşe,

..Dijmin her tim serxweşe,

..Warê mi xweşe,gelek xweşe!

Gelê Kurd her tim başe,

Bi rûmet bi bâlkêşe,

Lê çêbûn Zembîl firoşe,

Ehmed Xanê şoreşe,

Warê mi xweşe,gelek xweşe!. ..

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..Pirtûk :Zerîye Warê min.

..weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :123.

Em hatin ketin sînorê warê bindest. Dema ketin sînorde min tiştek ji Xwadayê xwe xwest, gelo emê di Siwêrek de derbas bibin? Jibon xatirê wî şehîdê bi rûmet Ferît UZUN …

Lê wesayît ne sekinî û dîse min ku silav jibon we ey şehîd !……

Slovakça için kapat

Jibon Ruhayê dibêjin Dîyarê pêxembere. Ev sembol ji dema Hz.Îbrahîm Xelîl û weke îro ji nifşe derbasî nifşê nû dibê. Nemrut sembola zilmê ye,Îbrahîm Xelîl sembola mazlum bûnê û serhildane li himberî zordestaye.

..Wextekî ji Hz.Muhammed pirsîne  (S.A.V.). Gotine ya Resûlê Xwadê te xwîya ne dikir?Gotîye ez çûme zîyaret qebra kâlânê xwe. Belê, Dema bahse Ruhayê dibê du tişt têne bîre mirov yek Hz.Îbrahîm Xelîl û Nemrut û çîyayê Nemrut.Dema mirov peya diçê ne dûre, lê ne nêzîke jî. Mirov dema diçê zîrwe Nemrut ji ber xwe di sekinê. Serdor dikevê bin lingê mirov,dema roj diçê ava bâlkêşe. Ew wene û berkerê wir tiştekî dîtirin. ..

..Dema ev fikir û tefekûr di serîde çûn û hatin,gihişt bûn li Qoser bû. Mirov dema di kevê dilê Qoserê  (Kızıltepe)de şerê eşîrî tê bîre mirov û însan ji ber xwe xemgîn di bê, ên ku zanê ev wisaye, wextekî şerê bira ku jî gelek zerar û zîya dayî Qoser.Ev girkê sor di merkeza Qoser deye,çime gotine qızıl-Tepe,sembol girike. Em jî sînorê Qoser derbas bû, pirs dîse ketin pêşde, çime şerê eşîrî di nav Kurda de zêde ye? Gelo jibon ku ev ezîyet xilas bibê, helbest dibê çareserî? Dil ku erê. …!

….JÎYAN SARE….!

Roj sare, wext sare.

Ev bajar (Estel) sare.

Heyva Hezîran’ê sare.

Wext havîne,

Lê dilê min sare.

..Ezman xemgîne.

..Dilê min bi evîne .

..Hewa sare û sare.

..Ev wext gelek sare.

..Kûl gelek giranin,

..Ev bajar sare.

Li çar wexta fermane.

Li ser sînor haware.

Dilê evîndar birîndare.

Dayîkê min gelek sare.

Dikim gazî û haware.

Welatê min gelek sare.

..Zilm û zordestî hare,

..Li welatê min fermane.

..Zarokê me liber dîware.

..Dilê min birîndare.

..Havîn gelek sare,

..Çar wext gelek sare. ..

Pirtûk :Tu pilpizêk’kî.

Nivîskâr :silêman Çaqir.

Weşanxane :Diclem sahaf.

Rûpel :134-135.

..Rojev tirs di xiste dile. Ew dil bûn ku tev bindest û birîndar bûn. Ew dil bûn ku bi hazar sale bindest û war wêran bûn. Ew dil bûn ku ji giran bune wî bêhtir fişek lê barî bûn. Carne sisê û carne sîh û sisê. Ji çîyayê kûlîlke heta bi Gelî yê Elî beg tim di bârîn bi zilmeke çav sor di dilê Kurd de.Zarok,kâl, ciwan û her mirovê Kurd jibon canê xwe xilas bikin li çar wexta li ser rêçkâ koçberîyê bûn. Wey haware li Enfal,li Halepça, li şingal di bârîn tank û topê zilmê liser dilê Kurd û Kurdistan de. Deşta Mêrdîn’ê ne sar û ne germ bû.  Ne di kenî û ne deng dida.Mîne dilê minî bi keder.Ev çi jîyane ey Reb..An ferman ,an jî bahoze ser serê me.Star nema ji mere .Ne li erda û em nikârê biçin Ezmanê. Çawa dibê ku mirov liser axke welatê xwe ne stirê.

..Berî ne serî û binî ye. Kûl û kederê bi hezar sale dibin sînge vê axê veşartine. Ji male Xwadê re ev ax bû be xwedî ziman û mijûl bûbûne, gelo wî çi bêjê? Rê ne tu rêye, mîne şope bizinêye. Ev çawa Edalet û heqanete ey Xwada. Gotin têrê nakê û nabê bersiv tu helbest…

…..KENGÎ? ….

Wê kengî mîne Cîhan’ê?

Gul û Gulîstan kenin.

Kûjan wextî, limin bibê bihar.

Kengî Zerîyê warê min.

Li warê min bi kenin. ..?

..Sabrê di xwazin,bav û dayîk.

..Dayîk di xwazin keç û Law.

..Hêstir di bârîn mîne baranê.

..Dibin lehî li ser sînga min.

..Kengî? Emê bigrin dîlan.?

Warê min dikê nale nal..

Dilê min dikê hawar.

Jîyan tevde zîndane.

Erd û Ezman dikelin.

Kengî emê bêjin bes….!

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..Pirtûk :Zerîya Warê min.

..weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :120.

Rêwingîtî xilas bû. Ez Ketim dilê Nasîbe ,bajarê liber şek û pekâ. Ji haydute heta bi xwîn mijê Bexda tên û li bajarê Dîrokî dixin û diçin.Tola wê nayê sitandin.Ser germ û bin germe, lê tim xemgîn û birîndare Nisêbîn. Ji Silavê pêxembera heta bi ên Dîrokvane têne jêre, lê kesek ji dert û kûlê werê nabê derman…Gihiştim malê, xanî sar û dil sar. Wê çawa bê ev jîyan gelo?

 

 

 

 

Nerîna min :