Civak

PAK êrîşa li ser PSKê şermezar dike

Em êrişa ku li Teşkîlata Manîsa ya PSKyê hatîye kirin şermezar dikin.

Di çend saetên ewil yên roja 25.10.2018an de , çend kesên faşîst û nîjadperest li Manîsa ya bajarê Tirkîyeyê êrîş birin ser avahîya Teşkîlata PSKyê û zerara maddî jî dane avahîyê.

Ev êrîş ne bes êrîşeke ku li PSKyê tenê hatîye kirin.

Ev êrîş, êrîşeke faşîst, nîjadeperst û şoven e û li hemû Kurd û Kurdistanîyan hatîye kirin.

Ev êriş êrîşa wan kes û alîyên ku ji azadîye, ji demokrasîyê, ji wekhevîyê , ji çareserîyên  bi rê û rêbazên sîyasî û sivîl ditirsin e.

Tu êrîş dê nikaribe rê li ber  têkoşîna gelê me ya ji bo azadîyê  bigire.

Em êrîşa li ser avahîya Teşkîlata Manîsayê ya PSKyê hatîye kirin, şermezar dikin û em bi hevalên xwe yên PSKyê re ne. 25.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button