Polîtîk

Hak-PAR li gel HDPê gotubêja hilbijartina nake

Li Bakur ji bo hilbijartinên herêmî behsa hevkariyek di nava HDPê û partiyên kurd de tê kirin. Heta niha di vê derbarê de tu ancam tuneye. Lê hinek partiyên kurd li gel HDPê civiyan û wek prensib behsa pêwistiya hevkariyek di hilbijartinên herêmî de hate kirin. Dê encam çibe? HDP di vê mijarê de çikas diruste û xwedî insiyatife ne kifşe.
Civîna HDPê û partiyên kurd kirin de HAK-PAR û HUDAPAR cih negirtîbûn. Ev bi xwe jî cihê gotubêjek cudaye.
Di derbarê hevkariyekî li gel HDPê de, HAK-PARê daxûyaniyek da.

Serokê HAK-PARê Refik Koç da xûyakirin ku, wan vexwandina HDPê qebûl nekir û tevlî civînê nebûn. Koç dibêje: Siyaseta em rêve dibin û ya HDP rêve dibe ne wek hevin. Em siyaseta HDPê ya di derbarê pirsa Kurd de rast nabînin.Ji bo vê yekê me got em li gel HDPê gotuibêjê nakin.

Endamê serkirdeyatiya HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu jî di derbarê tifaqa di nava kurdan de daxûyakirin ku, wan wek partî biryar daye ku bi serê xwe tevlî hilbijartina bibin. Lê eger vexwandinek ji bi gotubêjkirina hevkariyekî ji me re werê emê vê binirxînin û helwesta xwe diyar bikin. Lê heta vê gavê tu daxwaziyek welê ji bo me nehatiye.

Back to top button