Cîhan

Ebadî desthilata serokwezîrîyê radestî Ebdulmehdî kir

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî bi rewresmekî fermî desthilata serokwezîriyê radestê serokwezîrê Iraqê yê nû Adil Ebdulmehdî kir.
Heyder Ebadî  daxwaz kir ku alîkariya serokwezîrê nû were kirin û da xûyakirin ku dê   ew jî  alîkar û piştevan bin.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaza alîkariyê ji Heyder Ebadî û ji wezîrên berê kir ji bo avakirin û çareserkirina qeyranên hejarî, fêrbûn, elektrîk, av û xizmetguzariyan. Ebdulmehdî herwiha ragihand: “Em ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê dixebitin, li gor wê dema ku hatiye danîn. Iraqê jî nimûneya herî baş a veguhestina aştiyane ya desthilatê pêşkêş kir.”

Adil Ebdulmehdî pesnê hewldanên hikûmeta Ebadî da li ser “derbaskirina qeyranên metirsîdar” û tekez kir, ku bi mebesta diyarkirina erk û armancên sereke yên karên hikûmetê, îro hikûmeta wî yekem civîna xwe pêk tîne.

Back to top button