Min dît û nabêjim (Roman)
Silêman Çakir
Bavo gelek kêfa wî ji dane Mewlûda şerîf re dihat.Sê ehlaq û prensîbê wî hebûn. Tim di xebitî, dema ku bîryarek dabûne ku qîyamet birabune ji ser ne dihate xwar. Dost û hevalê xwe ne dida bi tu kesî.
Seyda dema ku Mewlûd di xwend gelek xweş gûhdar dikir.
Halı: Em bidin hemdê Xwedê ey musliman.
Daye me peyxemberê axir zeman.
..Ew xudayê go hîdayet daye me.
Nî’meta xweş dînê Îslam daye me.
..Nî’meta ji her nî ‘metê xweştir ev e.
Minneta ji her minnetê mestir ev e.
..Go me Îman aniye bi Rebbê “ezîm.
Em mûşerref bûn bi Qur’ana Kerîm.
..Ey Xwadayê xaliqê erd û sema.
Tu nehêlî ummeta ha der xema.
Dengê seyda gelek li gûhê mirov xweş dihat û ew deng hên tê bîre. Bavo dema gûhdar dikir gelek dil xweş û dil şad di bû. Bû roja dîtir min ku bavo ez sibe diçim Hazex,ku çime bûne wê jiminre bi kurtayî bêje. Min ku xwarzîyê te “””cîyê wî behişt bê )Bihamed. S.D.li cem şaredar di xebitê, şaredar jî navbenda wî û hinek sîyasetmedare xweşe, ezê jêre bêjim ku mimkim bê jibon ku ez werim Amed bibê âlîkâr. Ku başe ,lê zû here û zû were. .
Min xatir xwest û ez çûm. Gihiştim bajarê Mem û Zîn. Min qebra wa zîyaret kir û ku mîne seydayê dilovan Ehmed,ê Xanê dibêjê;
..Sermeste hinek,hinek di serxweş.
Dembeste hinek ,hinek di demkeş.
..Gûnyende hinek,hinek di xamûş.
Pûyende hinek,hinek dî medhûş.
..Hin came derrîde, hin di serxweş.
Hin ,eqlremîde hin muşşeweş.
..Hindik dikirin fe’xan û feriyad.
Hin bûyne ji qeydê ‘eqlî Azad.
..pirtûk :Mem û Zîn.
Rûpel :364-365. …
Rondikê çawa xwe ne girtin û hatin xwarê. Min dea û fatîhe liser wa û şehîdê welat û wejeyevanê hêja min xwên u ez hatim geraje Hazexê suwar bûm û wesayît meşî, dema min ew kevirê reş dîtin min ku çime gelo bextê me mîne va kevire reşe? Me çi gúne kirin ey Xwadayê mezin û dilovan. …..!Ez gihiştim Hazexê û çûme şaredarê, min rehmetî dît û mesele jêre got ku başe ezê ser bi sekinim.Min xatir xwest û suwar bûm û em derketin ser rêçkâ hevrîşim (îpek) û em meşîn. Lê dema ez li Cizîre Botan bûm min nasekî me dît,(A.A. hate em min ku ma.xêre tu li vadera yî? Min kû hinek kârê min hebû, ku başe. Em gihiştin nêzîkê serdora dupîçê hinek şiphe bi minre çê bû ,Min fahm kir ku gilî û îxbare min bûye. Gelek nas di wesayîtê de hebûn û wesayîtekê em di şopandin, êdî qinyata min runişt ku îxbar bûye, min gote ên nas,min ku ez bawerim gilî bûye lê jibon kê ji meye nizanim,texmîn dikim li wêsîkê wê rêçkâ me qût bikin….
Ez ser şopandine ku lime dibû, bi kurayî tefekûr bûm û min bîryare xwe da.Min ku eger me bigrin û ez firsetê bibînim ez bi revim.
Em gihiştin serdora Nezîrxan û em derbas bûn. Qenter,Erbed, Kertwên pey mede man. Berî em bi gihijin çar rêka (Diryank)wêsîkê dema min mryzekir leşker rê qût kiribû. Min ku de ha jiwere…Dema min leşker dîtin,helbesta ku Cemîle ji cezayîr nivîstîye hate bîra min.
..Mîne mîne mêşine di gûrand ji qewmê min.
..A ku xencer dikirin dayîke teyî bi hemi bû.
..Kanî maf,li kûye Hiquq Cemîle…
..Hakimê Fransî hâlê li ber te …
..Min gelekî di xwest mîne te..
..Gelekî û gelek min çiqas di xwest….
Pirtûk :Dosya 49.
Nivîskâr :Naci Qutlay.
Weşanxane :Fırat.
Rûpel :34…
Berî em bi gidin cem wa bi çend metre dest hildan û gotin bajovan ku wesayîtê bi kişîne milê çepê. Dora wesayîtê girtin û qomite berî herkesî gote min ku nasname xwe derxe. Berdewam kir û ku dakevê û destê xwe dênin ser serê xwe. Me wisa kir û piştî li nasnama min meyzekir ku li cem sa leşkerî suwar bibin.Li pêş cemsekek û peumede cemsekek em anîn qeleqole leşkerî a bajêr..Em gihiştin ber derî şensê mezin di pêşîye cemse ku em têde yek cemseke dîtir sekinî bû. Jibon vê minasebetê em daxistin û dû leşker ser serê me sekinîn. .Li milekî rê di çû nexweşxanê, rêçkâ dîtir dibû sê şiq, yek di çû berderîyê sînorê Rojava yek di çû bajêr û yek di çû navçeye Zeynelabîddîn. Min li dora xwe meyzekir kesek nebû. Fermandar bankire leşkerekî ku were. Ew çû ma yek,çend deqîqe derbas bûn min gote leşkerê ser serê me ,min ku kâ meyzeke kârê me heye ,ezê biçim gûnd wext nema…Leşker çû û di wê demê komek jin û zilam di cem me de derbas bûn. Min gote bradere min ku biburin ez diçim,wa ez nas dikirin .Dema min wisa got ,gotin here û zû biçê min dîwar li xwe fitiland û ez Ketim sikake Zeynelabîddîn, di wê demê de hevalekî min bi taqsîye xwe li cem min sekinî, ku xêre? Min kû ezê biçim gûnd û wesayît li navçeye îstasyonê ye û wextê min nema. Ku siwar bibe, ez bi lezeke xûrt birim navçeye ku min di got û ez liwir li motorekî siwar bûm û çûme gûnd. ..
Bavo ew tevde li malê bûn, ji xwe êvar bû. Sifre danîn û me dest bi xwarine şîvê kir.Bavo ku ma te çikir,min ku ,min wa dît û min ji ware got û ez hatim û min tiştê hatibû serê me min ji bavo re got…Bavo ku ji îro pêde meçe bajêr heta wextekî. …
Em ber bi payîzeke nûde di çûn. Gûhertin di Hawa yê de jî pêk hatibû. Roja dîtir min jî xwere ku berî em biçin ez serî li serdorê bi xim.
Min jî gûnd dest pê kir heta herema çîyayê Evdilezîz. Min ji wir xwe berda nav rêza û ez derketim ser rêka gûnd. Ez gihiştim cem kevirê bel.Dema ku kî di wirde biçê sedî sed hinekî di runin û car carne civak pêk tê li cem kevirê bel.
Ez runiştî bûm min dît çend gûndî hatin û silav dan û ew jî rûniştin. Wext xweş bû û dest bi tiştê serpêhatî kirin.Şexsekî gûndî ku demekê ev newal ji şoreşgere dagirtî bû. Ev gotin bi zanebûn got. Ev mirov şolê wî tevlî hevdû bûn bû. Dema ku.leşker dest liser Komarê danî di çû pêwendî bi xeraba re di danî. Dema wisa got min pirsek jê pirsî. Min ku çime derba leşkerî pêk hat? Ku bi xwedê ez jî nizanim. Min ku tu zanê lê li hesabê te nayê. Dema ku Kurd bi hevdûre şer bikin û hinek bibin xûlamê xelkê wê leşker jî wek neha bikê.
Deng dernexist û em rabûn derketin gûnd bavo jî li malê bû. Me şîv xwar û min gote bavo ezê sibe biçim cîyê kârê xwe. Bawerim cîyê min dane gûhertin. Ezê biçim kârê xweyî wêdê xilas bikim û tiştê meyî liwir hene ezê bênim û emê biçin ser cîyê xweyî nû. .
Min êvarî dema ku min derbas kiribû hemû dibin çavde min derbas kir.Tiştek derkete holê. Min fahm kir ku sîstem û xeta reş bela xwe jimin navekê û di xwazê min telef bikê. Min bîryare xwe da û min ku ev sîstem zorbaye divabê ez xwe teslîmî wê nekim.
..Roja dîtir ez delerim û çûme bajarê Selman’ê Kûrdî. Jiwir suwar bûm çûme bajarê ku gemîye Hz.Nuh lê danî bû. Ez êvarî gihiştim wêdê. Min di xwest ez biçim Dehê lê wesayît nebû û şernex gelek bê deng bû. Ez hinekî sekinîm û min xwest mirovekî bibînim û jê bi pirsim bê ev bê dengî çîye?
Piştî çend deqîqe mirovek hat.Min jê pirsî ev çime ev bajar bê denge? Ku tu ne jivirî xwedê zanê? Min ku raste ezî biçim Dehê wesayît tûne bû. Dema min wisa got ku were bibe mêvanê min.Min ne xwest ez wî aciz bikim lê Hotêl nebû. A rast ez hinekî jibon bê dengî ye bajêr ez ne rehan bûm.
Em tevde çûne male ciwamêrê ku ez dawet kirim male xwe.Gelê bajarê şeh-rî Nuh gelekî mêvan perwer û welat perwere, lê gelek bâlkêşe ku ev 50 salê ku derbas bû zilme ku lê bû, bawerim li tu cîhî û li tu kesî nebûye û nabê jî. …Di dawî de 2016/14 ‘ Adarê pêde wek Nisêbîn,Hazex û 14-16 bajarê Bakûr xerabûn, wêran bûn û tar û mar bûn û penaberbûn, bêrî vê aqîbeta xerabî bê mîne û ku tu dema Dîrokê de nebûye, bi hezar ciwan qetil bûn û bedelê mezin dan..Gelo li himberî va bedêla ku dan çi sitandin. ?Ev heye sê sal liser projê nû ava kirin pêk tê lê Gel tim di birînê xwede di nalê.
..Dema çûme mêvandarîyê û berî em tê Kevin xanî dengê anonsê hat digot Gelê Şirnex zilam,ciwan, zarok,jîn tevde werim dibîstane xwerazayî, ên ku newê wê ceze bibê. …
Em derbasî xanî bûn. Li zozan û Botan jor dema ku mêvan hatin bê pirs sifre tê danîn û xwarin tê û xwedîyê malê dibêjê mêvan dibê kerem bike ez benî. ..Mezinê malê kî bê ,bi mêvan re di rûnê. Yek liwir di destê wî de xewlî liser pîye jibon xizmetê amede ye.
..Em rûniştin û xwarin hat me tevde xwar .Min ku xêre ev anons çine. ?Ku bêrî bi çend roja hineke fîşeke berdane cîyê leşkerî. Fermandar jî dibê hûn zanin kîne û divabê hûn bibin alîkâr em wa derxin.Neha piştî ku anons kirin wê derkevin bajêr mal bi mal wê bi gerin. ÊN ku meçin wê wa bi zorê bibin.Dema ku wisa got, min ku naxwe rewşa me wê çawa bibê? Ku ez bajovanim piştî me xwarin xwar ezê telefon bidim wa ,ezê bêjim mêvanê min heye û mamosteye û divabê biçê Dehê .Eger Destûr bidin ezê we bibim.
Min ku na,ez ji Gelê şernex ne çêtirim. Emê derî bigrin dema ku hatin ezê ji ware bêjim û dema ku nehatin tewekûl bi Rebbê bânî. .Çiqas israr kir jî min ku na û em rûniştin. Ji minre meselekek got. Ku carek xortek bi şev hat li derîyê me xist, min derî vekir û hat kete xanî û perîşan bû. Min wî xiste hemamê xwe şûşt û min xwarin dayê û cilkê xwe dayî gûhertin. Em rûniştin me bi hevre çayê vexwar û me dest bi sohbetê kir.Lawik ku Komarê ceze da min.Ez teslîm nebum û min qaçaxçîkek dît û ez derbasî Başur kirim. Berî ku min bibê min bazare xwe pêre kir. Min ku ezê biçim Ewropa, divabê hûn min derbasî Ewropa bikin ku başe. Em bi şev derketin ser rê û çîye çîye em dû heftîye meşîn. Bî roj em di razan û bi şev em di meşîn. Em piştî dû hefta em gihiştin leqekê. Mîne xanîyê ki herîyê û kevire çêkiribûn. Berpirsyarê leqê hebû. Lê dû beşbun hinek leqê pêşmerge bûn û ên dîtir tijbîyen çekdarê vîetnamîye û bi Kûrdî mijûl nedibûn. Tim bi Tirkî mijûl di bûn. Ez çend roja mame liwir piştre berpirsîyar bankire min em şeş (6) seatte mijûl bûn. Dema ku min wa rexne kir bi hêrz bû. Ku tu çi jime di xwazê? Min ku dema ez hatim min bazare xwe kir jibon çûne Ewropa û ên ku ez anîm qebûl kir. Dema min wisa got ku na..Min israr kir, piştre ku heftîyekê bi sekine, çend pirtûkê xwe dane min ku bi xwêne, min ku ez pirtûkê we na xwênim,inirî. Min ku ezê bi xwênim lê bi şertekî ku çîye şertê te?Min kû dema ez rexne bikim divabê hûn ne xeyidin ku temam.Min girtin û min wa xwend gelek cîyê ku min rexne kirin hebûn. Ez çûme cem wî û min ku gelek şaşîtî di va pirtukede hene ku wextê min tûneye. Ez hatim cîyê xwe .Piştî bi dû roja gotin xwe amede bike em te di şînin Ewropa. Min ku ev çawa şole? Şik û goman bi minre çê bûn, lê dîse min ku ez meyzekim. Qomite xwe amede kirin û gotin min ku em biçin.Ez amede bûm jibon her tiştî. Dema em derketin ku em bi meşin berpirsyarê wa bankire rêberê qomite ku dema hûn gihiştin ser sînor çend fîşeke berdin û bêjin şer derket û bere yek jî paşve ser dênê û termê wî liwir bi hêlin û hûn derbas bibin milê dîtir. Dema wisa got jê were ku min his nekir,rêber hat ku heydê em biçin. Min ku ez nayêm ku çime?Min kû ezê biçim cem pêşmerge. ..Dema berpirsyarê pêşmerge ez dîtim gelek kêf xweş bû ku me hûn di şopandin jibon we çi lazim bê em amedene. Min ku zor spas. Eger çareserî hebê min hinekî bi gerin li herêmê û min bişyînin bajarekî metropol. Ku başe û ser.çava.
Xwedîyê malê dema ev çîrok ji minre got ez mame sekinî. .Helbest û gotinê Ehmed’ê Xanê hatin bîra min.
..Roja ku dibûye ‘Îdê Newroz.
Te’zîm ji bo dema dilefroz.
..Dewra gelekî ji bextê feyroz.
Dîsan ku numa ji nû ve Newroz.
..Mebnî li wî ‘adetê mubarek.
Şehrî û supahîyan bi carek.
..Bajar û kelat û xanî berdan.
Tejbîh bi nejdeyan û cerdan.
..Ger dê hebuwa me padîşahak.
Layiq bidiya xwedî kulahak.
..Hasil bibuwa ji bo wî tacek.
Zahir ve, dibû me jî rewacek. ..
..Xemxwarî dikir li me yetîman. .
Dema ku ev tefekûr pêk di hat yekî li derî xist. Xwedîyê malê di qule derîde meyzekir û derî vekir. Mirevê wî bû. Ku kerem bike tu jî kûder tê. ?Ez jî dibîstanê têm, ku çibû? Ku ya star. ..Fermandar hat hinek birîn em nizanin birîn kûderê. Ku xweş gûhdar bikin li min,haşe ku Xwadê nîne, pêxember çûye bêhnberdanê û dayîke min yek’e,bavê min kîye kesek nizanê, hûn zanin bê kê ev çek û fîşeke berdane me. Wa bêjin.Eger hûn ne bêjin,hûn zanin. Ezê dû roj wext bidim we, dema ku hûn dernexist ezê vî bajarî bi şewitênim ,em êdî tir berdan. …
Botan cemidî bû û dilê min jî cemidî bû jibon ku zilme li Gelê Şehr-î Nuh di bû. Ez wê Şevê raneketim. Bû sibeh û roj hilat. Hawa xweş bû. Xwedîyê malê hişyar bûbun û taştê amede bú.
Bavê malê go werin em taştê bû xwún. Em rûniştin û me taştê xwar min ku ez gelekî zor spasîye we dikim û mafê xwe helal bikin.Bi destûre we ezê biçim, bere nebê dereng.
Bavê malbata ku na bisekine ji xwe ezê biçim Dehê, emê bi hevdûre biçin,min çiqas rica kir jî, fêde nekir. Em tevde derketin û wesayîtê xwe derxist û em tevde çûne geraje ku lê di xebitî. Rêwingî amede bûn, wa suwar kir û em çûne Dehê. Piştî em daketin ku çayekê vexwe û oxir bê ji tere. Em rûniştin û çayê hat me vexwar û min xatir xwest û meşîm.
Dehê mîne hêlîne Teyrê baz bû, milek newal sê mil çîya. Min ku çiqas piçûk jî bê ez turekî bavêjin li vî bajarî. ..piştre min ku na, eger liser min îxbar hebê nebaşe ez bi gerim..Ez rast û rast çûme cem Mîdîr beg,lê çavê min li serdorê bû, min jî qazî gote midîr beg, ezê biçim qedemgehê û bêm,kenî û bi kêf ku gelek başe. Dema wisa got ez Ketim şiphe û ez ne çûme qedemgehê, wextekî kin ku derbas bû min di şibakê de li derve meyzekir sê cemsê leşkerî dagirtî û di hatin avanîye ku ez lê. Avanî dû derî bû. Ez bi lez daletim jêr û di derîyê milê Bakur de derketim derve. Bi çend gava darê Beruwe û newal bû.
Li pêşîye minde çend latê mezin hebûn ez di bin milê latekê rûniştim û bi lewma ku ez jî ezman jî xwûye neke û min cixarekek pêxist…Texrîben ez liwir seatte kê mam, piştre ez li milê rastê zîvirîm û di kêlekâ sikakkê de çayxanekek hebû, ez Ketim hundurú û rûniştim û min çakek xwest, çayê hat û min cixarekek pêxist. Di wî wextîde hevalekî min kete çayxanê, wî jî dema ku ez dîtim ez naskirim. Me li hevdû pirsî, piştre min mesele jêre got.Ku tu rûne ez têm.Çû û piştî wextekî hat. Ku min li serdorê meyzekir leşker hatine û çûne avanîye Komarê û li mamostekî gerîyane û pirsîne. ..Ku min fahm kir liwe geriyene û îxbare, lê kê îxbare we kirîye min fahm nekir. Ez kenîm. Ku çime tu di kenê? Min ku ên ku îxbare min kirîye midîre. ……
Berdewam dike…