Xiyaneta 16ê Cohtmehê nayê ji bîr kirin
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş di derbarê salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an de daxûyaniyek ragihand.Daxûyanîya M.Emin Kardaş:
Erê hemi gelê kurd tê gihiştiye ku 16 Cotmeha 2017 li miletê kurd û bi teybetî li serê dewleta Başur xiyaneteke mezin çebû .Ev xiyaneta mezin bi destêwerdana dewletên dagirkar û bi serkêşiya çend Partiyên xwedê giravî Kurdî bipêk hat. Salek buhirî ku ev xiyanet ji rojeva Kurdan derneketi ye. Ma dê çawa û çilo ji rojevê dekevê û dê çawa ev xiyanet ji bîr bibe .Raste dê her û her dê jibîr nebê û dê her timî di rojeva miletê Kurd de zindî bimînê. İro 16 Cotmeh a 2018 salvegera yekem a vê xiyanetê ye . di medya civakî de, di malperan de, di radyo, televizyon û di civatên zindî de têt gotin, “Em xiyaneta 16 Cotmehê lanet dikin, em wê jibîr nakin, Kurmê darê ne ji darê be, çêlikê mara be jahr nabe. Reh dibê bost dijmin na bê dost, diz ji malê be ga di kûlekêre derdikevê” dibêjin û her dibêjin .Lê kes na fikirê ka çare çiya evqas xiyanet bo çi dibe û sedema vê çiye. li gori min tenê sedem ji bê dewletiye. Çare wê jî dewletbûyin e.Eger Kurd xwedî dewlet bûna dê otorite hebûne, dê darizandin hebûna, dê istixbaret xurttir bûna, dê dijminên miletê kurd evqas ne derînde bûna dê hêz û rûmeta miletê kurd bala dinya derve zêdetirin bikişandina …..û hwd Vê xiyanetê dilê me qelaşt û biraşt.Naxwe ji bona dewletbûnê ya heri giring eve ku miletê kurd xwe bi rêxistinî bikê ji bona bibê dewlet rêxistina siyasî ji hemû tevger, çalakî û hemû xebatê din giringtire û pêdivitir e jiber ku tenê bi riya rêxistina siyasetê dewlet ava dibin. Ev xebatên din ne ku ne giringin ev jî ji hebûna miletekî re pêvistin xwedî nerxin.Lê karê wana ne avakirina dewleta netewiye, jiber vê divabê miletê kurd xwe bi rêxistinî bikê da ku dewlete xwe ava bike, wê demê dê xiyaneta navxweyî bi temamî xelas nebê jî dê gelek lawaz bibê.Dema Rêxistina siyasî girse bû, hêzên mezin ava kirin, di hemi saziyên xwe yê demokratîk û sivil saz kir hemi karên demokratik bi riyên legal û rewa de çalakiyên xwe li dar xist , di deshilatdariya saziyên heremê de cî yê xwe wgirt çi li nav welat, çi li navdewletan de dê dengê xwe bilind bikê wi çaxî ji dewletbûnê re nêzîk dibê û dibê namzet.Bi kurtayî divabê ev li ber çavê me be. Em bi vî awayî tevbigerin.Ev Pêşniyarên Min Belengazî ne.