Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji berî demekî di civînek berfireh ya AK Partiyê de rexne li siyaseta CHPê kirîbû.Erdogan di axavtina xwe de behsa serokkomar, serokwezîr û serokê berê yê CHPê Îsmet Înonu jî kir. Erdogan weneyek yê Îsmet Înonu ku destê wî de Ala Amerika hebû nîşan da û got: Ev hemû hijêkerin Amerîkayê ne. Ji ber ku derbasbûya wan ev bû. Erdogan dabû xûyakirin ku siyaseta CHPê siyasetek Amerêkaniye û ev hêja di dema Îsmet Înonu de destpê kiriye.CHPê û gelek kesên din bersiva Erdogan dan û Îsmet Înonu parastin. Li Tirkiye kanalek ya CHPê heye. Halk TV. Rojnemevanek naskirî ku gelek kesayetek Kemalist tê zanîn navê wî Ugur Dûndar e. Dûndar di Halk Tvê de bernameyek bi navê “ Halk Arenasi“( Qada Xelkê) pêşkêş dike. Ev bernamê li bajarên cuda û holên mezin de li himber temaşevanek zêde tê weşandin.Ugur Dûndar rojnemevanek din Yilmaz Ozdil vexwand bernama xwe ya li bajarê Eskişehirê hatî weşandin. Ozdil beşek axavtina xwe de behsa helwesta Erdogan ya di derbarê Îsmet Înonu de kir. Ozdil li gora xwe bersiva Erdogan da û got: “ Em hemû dizanin ka Ala Amerika di destê Înonû de hebû yan tûnebû. Ew al di rewresmek fermî de li gel Ala Tirkiye di destê Înonû de bû. Kesek ji me bi gotinên Erdogan ne bawer e. Lê em hemû bilindkirina Ala Kurdistanê di nawenda Enqere de baş dizanin.“Ozdil bi bilindkirina Ala Kurdistanê dema serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzani ya Enqere ya demekî de li balefirxaneya Enqereya Esen Boga yê rexne dike û bi vê bersiva Erdogan dide.Li Tirkiye Kemalist bi xwe li himber gelê kurd herî kesên nijadperest û faşîstin. Dema ser kurdan de behsa Erdogan dikin ne ji dilin. Ji aliyek din li Tirkiye û Kurdistana Bakur dîtinek heye ku, gelek çewte û insana ber bi rêyek xelet ve dibe.Gelek kes tenê ji bo li dijê AK Partiyê û Erdoganin hevalbendiya partiyên wek HDPê û CHPê dikin. Niha jî tişta ku kemalistê faşîst rojnemevan Ozdil dike, delilê nijadperestiya herî mezin ya vî cureyê Kemalistan e.