Polîtîk

Britanya serkeftina PDKê pîroz kir

Roja  03.10.2018 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.Li hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ew serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê bi bandor bê li ser pêşxistina Herêma Kurdistanê û bihêztirbûna bingehên jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate guftûgo kirin û di derbarê rola aliyên Kurdistaniyan li proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina wan peywendiyan li warê aborî û kargêrî û rûbirûbûna gendelî û dijayetîkirina terorê kir. 

 

Back to top button