Polîtîk
Tenê YNKê ji biryarên Komisyonê bigûman e
Beşek mezin ji aliyên siyasî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê bi serbixwe û bêalî binav dikin, tên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji ber biryarên duhî yên Komisyonê nerazî ye.Komîsyonê duhî hin biryarên nû derxistin û ragihand ku roja dengdanê, kesên ku regeznameya Iraqî bi xwe re dibin, divê nasnameya rewşa medenî, yan passportê jî bi xwe re bibin binkeya dengdanê, eger na dê nikaribin deng bidin.Piştî ku îro serkirdeyên hin aliyên Kurdistanê beşdarî proseya hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê bû û dengên xwe dan, ray û nerînên xwe derbarê biryarên Komisyonê de aşkere kirin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengê xwe bikar anî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Komisyon serbixwe ye. Min jî rênimayên Komisyonê bihîstin û min destêwerdan di biryarên ku derkirine de nekir. Komisyonê bixwe ew biryar û rênima ji hemû aliyan re derkirin. Ew rênima teknîkî ne û ya dirust ew e ku rêz lê bêne girtin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Lê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Lîsta YNKê Qubad Talebanî ew biryarên Komisyonê bi gelekome li dijî partiya xwe binav kir û got: “Biryarên Komisyonê gelekomeyeke din e li dijî YNKê û hemû ne yasayî ne û gûman heye bo şêwandina aramiya hilbijartinê be.”
Serokê Lîsta YNKê Qubad Talebanî
Berûvajî wî berpirsê YNKê, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Seyid Elî di dema beşdariya proseya dengdanê de ji rojnamevanan re ragihand, “Komisyon bêalî û serbixwe ye û pabendî biryarên wê dibin.”
Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Seyid Elî
Ji aliyê xwe ve, Serokê Lîsta PDKê Hêmin Hewramî ji rojnamevanan re ragihand, “Biryarên Komisyonê teknîkî ne û hêvîdar in ti aliyek şîrovekirineke siyasî jê neke. Wek PDKê sedî sed pabendî wan biryaran dibin.”
Serokê Lîsta PDKê Hêmin
Biryara Komisyonê şeva bûrî bû babeteke germ ya medya û çalakvanan li tûra civakî, beşeke mezin ji wan amaje bi wê kirin, ev biryarên Komisyonê ji bo rêgirtin li sextekariyê hatin derkirin. Lê Komisyonê ti sedemek ji bo derkirina wan biryaran aşkere nekir.K24