Du berbijêr û du dîtinên cuda PDK û YNK
Nûçe/Analîz N. D.FiratPDK û YNK ji bo serokkomariya Iraqê berbijêrên xwe eşkere kirin. Ji bo ku kurd bi yek berbijêrî destnişan bike PDK pêşniyara xwe zelal kir. Lê YNK nizane dê çi bike, Behrem Saleh pişta xwe da Bexdayê.Berbijêrê YNKê Behrem Saleh sardana serok Barzani kir. Behrem saleh berbijêrê YNKê ji bo serokkomariya iraqê ye. Behrem Saleh ji bo gelek sedeman ji YNKê veqetiya û partiyek damezirand. Beşdarî li hilbijartinên parlementoya Iraqê de kir. Tu sernexist.Behrem Saleh di bûyera xiyaneta 16ê Oktoberê de serî de dileyizt. Niha jî xwest bibe berbijêrê serokkomariya Iraqê. Lê tu şansê wî tunebû. Pêwendî YNKê re danî û bi rêya Pavel Talabanî xwest bibe berbijêrê YNKê. YNKê ji daxwaz kir ku ew ji dev partiya xwe berdê û vegere nav YNKê da ku ew wî bikin berbijêrê serokkomariya Iraqê.YNKê dema ev yek kir bi serê xwe kir û qet pirsa xwe neda aliyek din. Li himber vê yekê PDKê jî serokê Divana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Huseyn kir berbijêrê serokkomariya Iraqê.YNK bi rêya Behrem Saleh hewl dide ku PDK xwe bide aliyekî û pişgiriya Behrem Saleh bike. Bi vê mebestê Behrem Saleh serdana serok Barzani kir. Piştî hevdîtinê serok daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand û behsa vê hevdîtinê kir û herweha pêşniyara PDKê bi zimanek zelal ji Raya Giştî re eşkere kir.Barzani dibêje: Serokkomariya Iraqê pişka Kurda ye. Ne pişka tu partiyekiye. Ev çend dewrene kurda di nava xwe de li hevkirine û ev dane YNKê. Îro jî ev yek piraniya daxwaziya fraksiyon kurda li parlementoya Iraqê de tê çareserkirin.Barzani dibêje: Bila fraksiyonên partiyên Kurdistanê li parlementoya Iraqê de bicivin pirani dengê xwe bidin kîjan berbijêrê kurd bile ew bibe berbijêrê me hemûyan û parlementoya Iraqê wî/wê hilbijêre.Li himber vê daxûyaniya Barzani, ofisa Behrem Saleh jî daxûyaniyek belav kir. Behrem Saleh dibêje: Mademkî parlemantoya Iraqê serokkomar hildibijêre bila ew biryarê bidin kî dibe serokkomarê Iraqê. Di encam de, dê serokkomar ne yê kurda tenê be yê Iraqê hemûyan be.Li vê derê du dîtinên bi temamen dijê hev hene. Yek dibêje em kurd hemû werin ba hev û berbijerekî bi metodên demokratik di nava xwe de kifş bikin.Yek din jî dibêje, nexêr em berê xwe bidin parlementoya Iraqê ji xwe ew di encam de hildibêjêrin.Gelek eşkereye ku Behrem saleh pişta xwe nadê Kurda û heviya xwe partiyên ereba ve girê daye. Behrem Saleh xwe ne Kurdistanî lê Iraqî dibîne.Ji aliyek din ve Behrem Saleh bi tu awayî nikare berjewendiyê Kurdistanê li Bexdayê biparêze û tenê wek Fuad Mesûm miaşê xwe bigre rûne. Heta bûyerek jî li Kurdistanê rûbide, çewe ku Fuad Mesûm bo temaşevanek ji bo karasata Kerkûkê, ew jî dê tenê bibe temaşevanek .Dû dîtin û du helwestên cuda, Yek Kurdistaniye û demokratik e, yan din jî hêviya xwe cardin Bexdayê ve girê dide û dijê hemû berjewendiyên Kurdistaniye.Peyama serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovanÎro în 28.09.2018 li ser daxwaza xwe û ji bo pirs û ra li ser posta Serok Komar, birêz Dr Berhem Saleh serdana me kir.Li gel rêz ji bo Kak Dr Berhem lê belê posta Serok Komarî pêwiste bi îstîhqaqatê siyasî ya ji bo gelê Kurdistanê, neku şexs û aliyek û ev post peywendî bi hemû pêkhatên Iraqê ve heye bi gelê Kurdistanê ve jî. Me pê baş bû ku hemû aliyên Kurdistaniyan li ser yek kandîd rêk ketiban, lê belê biraderên Yekîtiya Niştimanî taklayene kandîdê xwe diyar kir û paşê aliyên Kurdistaniyên din û Partiya Demokrata Kurdistanê jî kandîdê xwe ji bo vê postê diyar kir.Niha jî ji bo yek alîkirina vê pirsê pêwîste mekanîzma diyarkirina kandîdê ji bo Serok Komar her li aliyê Kurdistaniyan bimîne û rêz li raya zorîneya xelkê Kurdistanê bê girtin. Her wiha me pê başe diyarkirina birêzek ji bo Serokayetiya Komarê Iraqê ji bo raya fraksiyonên Kurdistaniyan li Bexda ve vegerê. Her birêzek dengê zêdetirê nûnerên aliyên Kurdistaniyan bi dest ve anî wekî kandîdê Kurdistanê ji bo Serokayetiya Komar bê diyar kirin û daxwaz dikim hemû aliyek rêz li raya zorîneya fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda bigrin.Mesûd Barzanî28.09.2018Nûçeya di derbarê helwesta Behrem saleh:
Ofîsa Dr. Berhem Salih daxuyaniyek li ser civîna xwe ya li gel Serok Barzanî belav kir û ragihand ku divê Parlementoya Iraqê biryara dawî li ser posta Serokomariya Iraqê bide û ev jî pêngavek e ji bo şikandina dabeşkirina di navbera partiyan de û daxwazeke giştî ya demokratîk e.Serok Barzanî îro înê 28-09-2018an li gel berbijêrê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê ji bo posta Serokomariya Iraqê Dr. Berhem Salih, bi mebesta gotûbêjkirina li ser posta serokomariyê û pêşhatên proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê civiya.Ofîsa Dr. Berhem Salih di daxuyaniya xwe de li ser naveroka civînê û posta Serokomariya Iraqê ragihandiye: “Em tekez dikin ku her çiqas posta Serokomariya Iraqê heqê gelê Kurdistanê ye, yekalîkirina vê postê ji aliyê hêzên Kurdistanî ve demek tê kirin ku rewşa siyasî ya Kurdistanê asayî be, mixabin niha beşeke giring a hêzên Kurdistanî, heta ne amade ne ku li gel hev jî rûnin.”Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Di vê hilbijartinê de, ne tenê berbijêrên YNK û PDKê hene, hejmarek kesên din ên ne ji partiyan jî hene. Herwiha eger serokomar nûnertiya hemû gelê Iraqê tevî Kurdistanê jî dike, divê parlementoya Iraqê biryara dawî bide. Ev jî pêngavek e ji bo şikandina dabeşkirina di navbera partiyan de û daxwazeke giştî ya demokratîk e.”