Berhem Salek berbijêrê YNKê ji bo serokkomariya Iraqê, daxwaz kiriye serok Barzani bibîne. Serok li ser daxwaziya Saleh pîçwazî lê kiriye. Piştî hevdîtinê serok Barzani daxûyaniyek di derbarê hevdîtinê de ji Raya Giştî re ragihandiye.Daxûyanî:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanÎro în 28.09.2018 li ser daxwaza xwe û ji bo pirs û ra li ser posta Serok Komar, birêz Dr Berhem Saleh serdana me kir.Li gel rêz ji bo Kak Dr Berhem lê belê posta Serok Komarî pêwiste bi îstîhqaqatê siyasî ya ji bo gelê Kurdistanê, neku şexs û aliyek û ev post peywendî bi hemû pêkhatên Iraqê ve heye bi gelê Kurdistanê ve jî. Me pê baş bû ku hemû aliyên Kurdistaniyan li ser yek kandîd rêk ketiban, lê belê biraderên Yekîtiya Niştimanî taklayene kandîdê xwe diyar kir û paşê aliyên Kurdistaniyên din û Partiya Demokrata Kurdistanê jî kandîdê xwe ji bo vê postê diyar kir.Niha jî ji bo yek alîkirina vê pirsê pêwîste mekanîzma diyarkirina kandîdê ji bo Serok Komar her li aliyê Kurdistaniyan bimîne û rêz li raya zorîneya xelkê Kurdistanê bê girtin. Her wiha me pê başe diyarkirina birêzek ji bo Serokayetiya Komarê Iraqê ji bo raya fraksiyonên Kurdistaniyan li Bexda ve vegerê. Her birêzek dengê zêdetirê nûnerên aliyên Kurdistaniyan bi dest ve anî wekî kandîdê Kurdistanê ji bo Serokayetiya Komar bê diyar kirin û daxwaz dikim hemû aliyek rêz li raya zorîneya fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda bigrin.Mesûd Barzanî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: