
Di peyamekê de, ku nîvroya îro di malpera Çawdêr hatiye belavkirin, Mele Bextiyar ji dengderan xwestiye ku deng bidin lîsta YNK.Ev helwesta Mele Bextiyar piştî wê yekê tê, ku nakokî di navbera wî û serkirdatiya YNK de çêbibû, bi taybet piştî berbijarkirina Berhem Ehmed Salih ji bo Serokatiya Iraqê, vê yekê hiştibû, ku Mele Bextiyar civîna serkirdatiya YNK baykot bike û di kempînên bangeşeya YNKê de ti beşdariyeke berbiçav nekir.Ew binpêkirina Mele Bextiyar hevdem bû li gel hin binpêkirinên din, ku ji aliyê hin hêzên bajarê Koya ve hatin kirin û wan hêzan astengî ji Pêşmerge û kadirên PDK re çêkirin û nehiştin ku dengên xwe bidin.