Civak

Ji berî hevdîtina Ocalan operasyon

Li Sivasê nûçeya operasyonê û kuştina 3 çekdarên PKK-ê, wek bombeyekî rojeva siyasî tevlîhev kir. Wek tê zanîn  ji berî demekî Ocalan di gotarek ya xwe de 15-ê Hêziranê roja dawî ya agirbestê  ragihandibû. Ocalan gotibû ku dê ewê 15-ê hezîranê biryara xwe ya dawî bide.

Lê ji berî vê hevdîtina Ocalan operasyonek ya leşkera li herêma Sivasê çêbû, û encama vê operasyonê 3 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan. Niha herkes li hêviyêye ku wê Ocalan di vê hevdîtina xwe de çi peyamê bide. Heta peyama Ocalan neyê ragihandin BDP  nikare li ser rojeva siyasî perspektifa xwe ya siyasî bide eşkere kirin. Çav hemî li Îmralî li peyama Ocalan e.

Back to top button