Li Sûrî qetlîam dibe
Li Sûrî çikas diçe rewş aloz tir dibe û rojane hijmara kuştiyan zêde dibe. Ji bo Sûrî dengê xwepêşanderan qut bike her rêyekî kar tîne û girtin û kuştin bûye beşek ji jiyana xelkê ya rojane.
Li gora nûçeyên ajansên biyanî û gora agahdariyên ji Sûrî tên, leşkerên Sûrî ketin bajarê Cisir el şugur û herkesê ku guh nedan wan yan girtin yan jî kuştin. Bi top û tanka bajar wêran kirin. Heta niha jî kesek hêjmara kuştiyan nizane.
Li gora nûçeyan niha jî leşkera berê xwe daye bajarê Marat el Numan. Ev bajar dikeve navbera Şamê û Helebê.Hijmara rûniştvanên vî bajarî 90.000 kesin. Ketina leşkera ya bajêr dibe sedema qetliamekî.Runiştvanên bajêr tirsiyan û li gel parêzerê bajêr civiyan. Parêzer gotiye ku leşker tên vê derê ji bo 360 kesî bigrin.
Heta niha nêzikî 9000 kes derbasî Tirkiye bûne û bi hezaran kes jî li ber tixûbê Tirkiye sekinîne. Li ser vê yekê serokwezîrê tirkiye tayib Erdogan li gel Bişar Esad pêwendiyek bi telefonî kir û jê xwest ku tundyî li himber hevwelatiyên xwe kar neynin û reforma pêkbînin.