Barzanî payemên pîrozbahiyê pêşkeşî Zana, Elçî û Turk kirin.
Bi minasebeta serkeftina wan di hilbijartinên Tirkiyeyê de, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, payemên pîrozbahiyê pêşkeşî Leyla Zana, Şerefedîn Elçî û Ehmed Turk kir.
Serokê Kurdistanê serkeftuna hersê kesatiyên kurd di hilbijartinan de û çûyîna wan bo parlamentoya Tirkiyeyê pîroz dike û daxaza serkeftinê ji wan re dixaze.
Serok Barzanî û peyamên xwe de dibêje:
– Çûyîna we bo parlementoyê derfetek mezin li pêşiya xebata siyasî û sîvîl vedike û em hêvîdarin ku, bi vê derfetê, xebata siyasî û sîvîl, aştî, aramî û biratiyê bi xwe re bîne. Ji bo vê jî çi ji destê me bê, em ji her alîkariyekê re amadene.
Serokê Kurdistanê silav û pîrozbahiyên wan kesên din jî re yên ku dengên gel bidestxiste dişîne.
Ev li jêr her sê paeyamên serok Barzanî bixîne:
Xuşka hêja Leyla Zana
Birayê hêja Şerafettin Elçi
Birayê hêja Ehmed Turk
Silav û rêz
Serketina hilbijartinên Tirkiyê û serketina we ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim encamên hilbijartinê bibin destpêka qonaxek nû ku tê de biratî, wekhevî û bihevrejiyana aştiyane têkeve şûna tundutîjî, şîdet û aloziyan.
Çûyîna we bo parlementoyê derfetek mezin li pêşiya xebata siyasî û sîvîl vedike û em hêvîdarin ku, bi vê derfetê, xebata siyasî û sîvîl, aştî, aramî û biratiyê bi xwe re bîne. Ji bo vê jî çi ji destê me bê, em ji her alîkariyekê re amadene.
Silav, pîrozbahî û hêviyên serketinê ji bo xûşk û birayên me yên din jî ku tevî we dengê gel bi dest xistine, dişînim.
Careke din we pîroz dikim û her serkeftî bin