Polîtîk

Barzanî û Salih pîrozbahiya Erdogan kir

Bi minasebeta serkeftina wî di hilbijartinên Tirkiyeyê de, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, payemeke pîrozbahiyê pêşkeşî Receb Teyîb Erdogan kir:

Bi nave Xwedayê mezin û Dlovan

Birayê birêz Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Komara Tirkiyeyê

Silav û rêz
Bi minasebeta serkeftina we di hilbijartinên giştiyên Tikiyeyê de, ji dil pîrozbahiya li we dikim û hêvîdarim ku ev serkeftina we bibe hokarê pêşkeftina welat û zêdetir xweûkirina jiyana hevwelatiyên Tikiyeyê.

Ev cara sêyeme partiya we tê ser hukim û baweriya gelên Tirkiyeyê bidest dixe, ev yek jî nîşana jêhatî û serokatiya we ya hekîm e ku, di bin siha hukimdariya we de di hemû waran de li Tiriyeyê guherîn û pêşkeftinên ber biçav çêbûne ku dê bibe xwedî roleke mezin di herêm û cîhanê de.

Hêviyên serkeftin û pêşkeftinên berdewam ji bo we, welat û gelê we dixazim, her şad bin.

Masûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
15.06.2011

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî, bi minasebeta serkeftina Partiya Dad û Geşepêdanê di hilbijartinên Tikiyeyê de, mesajeke pîrozbahiyê ji Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê re şand:

Birêz Receb Teyîb Erdogan serokê Partiya Dad û Geşepêdanê

Silav û rêz

Ez, wê serkeftina mezin ya Partiya Dad û Geşepêdanê di hilbijartinên Tikiyeyê de bi destveanî bi germî pîroz dikim.

Ew baweriya mezin a xelkê Tirkiyeyê careke din daye we, nîşana piştgirya we ya ji bo bernameyê piraliyê ku we li ser astê navxweya Tirkiyeyê û derveya wê kar li ser dikin û di encam da di xêra hevwelatiyan, aramî û îstîqrar deverê de bûye ye.

Tevî pîrozbahiyên gerim, ez hêvîdar im ku ji bona xizmetkirina welêt û bidestveanîna hêvî û daxazêm hevwelatiyên Tikiyeyê, di vebûna demokratîk, çespandina prensîpên pêkvejiyanê li hindurê Tikiyeyê û Rojhilata Naverast de ku, vê hilbijartinê careke din îspat kir ku siyaseta we di rêya xwe ya rast re diçe û cîyê qebûlkirina piraniya hevwelatiyên Tirkiyeyê ye.

Me baweriyeke mezin bi wê yekê heye ku serkeftina Partiya Dad û Geşepêdanê di van hilbijratinan de asoyeke nû li pêşiya têkeliyên siyasiyên navbera Tikiyeyê, Îraqê û herêma Kurdistanê vedike û derfetên hevkarî û hevahengiya her du gelên cîran firehtir dike.

Em jî ji aliyê xwe ve, li ser pêşxistina têkeliyan ji bona berjewendiyên her du gelên cîran bi îsarar in.

Careke din pîrozbahiya li we dikim û ji we re serkeftinê dixazim

Berhem Salih
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Hewlêr

Back to top button