Erdogan dixwaze pirsa kurd çaresr bike
Li Tirkiyeyê, vekoler Tarhan Erdem, diyar kir, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, 4 salên din, dê siyasetê berde û got, “Erdogan, dixwaze bi çareserkirina pirsa kurd, navê xwe di dîrokê de binivîse.”
TARHAN ERDEM4Li gorî nûçeya CNN Turkê, vekoler-nivîskar Tarhan Erdem, diyar kir, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, ku di hilbijartinên 12ê Hezîranê de, nêzîkî ji sedî 50 dengan bi dest xist û serkeftinek mezin qezenc kir, nabe namzedê serokomariyê.
Li gorî nûçeyê, Erdem, wiha axivî, “Erdogan, di hilbijartinên 2015ê yên giştî de nikare bibe namzed, ji ber ku li gorî rêziknameya AK Partiyê, parlamenterek nikare sê caran ser hev bibe namzed. Ji ber vê jî, dive Erdogan navberekî bide siyasetê.”
Vekoler Tarhan Erdem, daxuyand, heta Erdogan, destûra bingehîn neguhere û desthilata Serokomar zêde neke, naxwaze bibe Serokomar, ji ber wê jî, divê destûrek nû bê dariştin.
Li gorî nivîskar Erdem, Serokwezîr Erdogan, dixwaze wek siyasetmedarekî ku navê wî di dîrokê de bê nivîsandin û wiha axivî, “Erdogan, dixwaze bi çareseriya pirsgirêka kurd, bikeve dîrokê. Dê 4 salên din, siyasetê berde. Ji ber ku bo wî, avêtina gavên dîrokî, ji her tiştî girîngtir e.”
sm (AKnews)