Polîtîk

Ocalan li gel dewletê hevdîtin kir

Doh parêzerên Ocalan li Îmralî li gel Ocalan hevdîtinek pêkanîn. Lê Parêzeran piştî hevdîtinê tu daxuyanî nedan. Wek tê zanîn Ocalan agirbest heta 15-ê Hezîranê dirêj kirîbû, û di vê derbarê de gotibû ku: Piştî 15-ê Hezîranê dewlet gavekî navêje, ezê xwe bidim aliyekî û wê veca qiyamet rabe.

Li gora aghadariyên medyayê 14-ê Hezîranê Ocalan li gel heyeteka dewletê hevdîtinek kir û li gora encama vê hevdîtinê hinek tişt ji parêzerên xwe re gotine. Lê wek tê zanîn piştî prosesekî parezer dikarin di derbarê dîtinê de daxuyaniyê bidin. Herweha li gora hinek ajansên Tirkan, Ocalan dixwaze agirbest dirêj bibe. Ocalan  dixwaze heta meha octoberê agirbest dirêj bibe.

Back to top button