Polîtîk

Hevkari: Emê bersiva êrîşên Îranê bi awayek pêwist bidin

Navenda Hevkariyê ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza greva giştî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike û radigihîne, ku ew dê bi helwesteke guncaw, kêrhatî û yekgirtî rûbirûyê Komara Îslamiya Îranê bibin.Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ku ji Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkşên Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) pêk tê, piştî êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎyê daxuyaniyek belav kir.Di vê daxuyaniya hevbeş de, her pênc aliyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza helwesteke yekgirtî û hevbeş li hember Komara Îslamiya Îranê dikin û ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî dikin, ku dest bi greveke giştî bikin.Her pênc alî di vê daxuyaniya xwe de dibêjin: “Em daxwaz ji xelkê xweragir û xwedî helwêst ê Kurdistanê dikin, roja Duşemiya bihê, bi greve giştî bêzariya xwe li hember nûtirîn tawanên Komara Îslamiya Îranê rabigihînin.”Her pênc alî li ser şêweya nîşandana nerazîbûna xwe li hember siyasetên Îranê yên li hember gelê Kurd, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê dixwazin, “careke din bi nederkevtina ji malên xwe, valakirina cadeyan û daxistina dikan û bazaran, nimayişeke şikodar ji bêzarbûnê û Na gotina xwe bi vê rejîma xwînrêj û dijekurd, nîşan bidin.”Ev navenda hevbeş a partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji çalakvanên Kurd ên navxwe û derveyê Kurdistanê jî dike, ku hewla serxistina wê bangewazê bidin û dibêje: “Ji hemû çalakvanên azadîxwaz ên Kurd ên li navxweyê Kurdistanê û li derveyê Kurdistanê, daxwaz û bendewariya me ev e, ku bi hemû şiyanên xwe piştgirî bidin vê bangewazê û hewla serxistina wê bidin.”Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê herwiha daye xuyakirin: “Em dê bi helwêsteke guncaw û yekgirtî rûbirûyê tawanên vê rejîmê (Komara Îslamiya Îranê) bibin.”Ev navenda hevbeş a her pênc aliyên Rojhilatê Kurdistanê dibêje: “Teror, destdirêjî û encamdana tawanan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di derheqê gelê Kurd û lawên azadîxwaz ên netewa me de, dê berdewam û zêde bibin, eger ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî bi helwêsteke guncaw û bi bersiveke didanşikên rûbirûyê vê rejîmê nebin.”Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê tawana dirindane ya îdamkirina sê lawên azadîxwazên Kurd, şehîd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar û Loqman Muradî, herwiha êrişa mûşekî û komkujane ya Supaya Pasdarana Komara Îslamî bo ser plînoma Komîteya Navendî ya HDKê bi tundî şermezar dike. Em tevî hevxemiya kûr a li gel malbat û hevçeperên şehîdan, hêvî dikin ku herî zû birîndarên vê êrişa hovane baş bibin.” 
Back to top button