Basra dişewite
Li bajarê Iraqê Basrayê çikas diçe xwepêşandan geştir dibin û hukumet ji bo çareseriyê bê çare dimîne. Rojane xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne kuştin. Herî dawî xwepêşanderan êrîşê konsulusxaneya Îranê li Basrayê kirin û agir berdan avahiya konsulusxaneya Îranê.Bê guman ev yek jî delileke ku xelk li dijê bandora Îranê li Iraqê ne.Partiyên siyasî li Iraqê navbera Amerika û Îranê de diçin û têne. Lê wek girêdanek olî Şîeyên Iraqê di bin bandora siyaseta Îranê de ne.


