Cîhan
Kremlin: Idlib bûye hêlûna terorê

Rusya di derbarê êrîşa Idlibê de daxûyaniyek da. Rusya da xûyakirin ku ewê rojên pêşiya mede li gel Tirkiye û Îranê rewşa dawî ya Idlibê binirxînin.Îro balefirên Rusya hinek deverên bajarê Idlibê bombebaran kir û her weha hêzên rejima Suriye jî xwe ji bo operasyonekî li Idlibê xwe amade dikin.Di derbarê êrîşa Idlibê de Kremlin dibêje: Çekdarên li Idlibê ewlehiya me û bingehên me li Suriye tehdît dikin. Çekdarên li Idlibê tehdîdeke li ser aşitiyê. Idlib bûye hêlûna terorê. Rusya, Îran û Tirkiye li Tahran dicivin û vê pirsgirêkê dinirxînin. Daxûyaniya ku Trump di derbarê Idlibê de dayî arîkariya çareseriyekê di pirsgirêka Idlibê de nake.


