Rejima bi zorê ciwanên kurd tevlî hêza pasdara dike
Li gora nûçeya Kurdistanmedia yê, rejîm di berdewamiya siyastên xwe yên qirêj de, Kurdan dibe xalên sînorî û binkeyên leşkerî, ku nêzîkî sînor in. Armanca rejîmê ew e ku Kurdan bi destên hevdu bide kuştin.
Niha rejîm wan ciwanên ku zanko tewaw kirine, û pêştir ser bi besîcê nebûn, dibin nav çekdarên Spayayê Pasdaran, bo dewreya perwerdehiyê. Piştî ku ew dewre tewam dibe, wan dibin ser sînor, û bi zorî li wir bicih dikin, da ku hekî şerek rû bide, ciwanên Kurdan bi destên hevdu bêne kuştin.
Dibe ku xelkê Kurdistanê gelek hişyarê vê siyaseta dijminkarane ya rejîmê bin. Ew siyaseta rejîmê xisarê digehîne van ciwanên Kurd û malbatên wan. Siyasetek ku dikare netebahiyê bixe nav refên gelê Kurd de. Lewra gelek hewce ye ku hemû aliyek bi hûrî serederiyê digel vê pirsê de bikin.