Bi arikariya hevalbendên PKKê operasyon hate kirin
Hevserokê Konseya Rêveberiya Xweser li Şengalê (ser bi PKK ve ye) Herbo Xidir got, dema ku konvoya serkirdeyê PKK Zekî Şengalî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve gate bombebarankirin, ew jî di nava konvoyê de bû.
Xidir, got berî ku balafirên Tirkiyê bombebaran bikin, helîkopterên Îraqê çavdêriya wan dikin û ew xistibûn bin kontrola xwe.
Fermandarê Hêzên Êzdiyan Qasim Şeşo jî berî niha gotibû ku Îraqê di derbarê Zekî Şengalî de zanyarî dane Tikriyê.
Destê Heşda Şebî di kuştina Zekî Şengalî de heye, ji ber ku ew ji her tiştî wî agahdar bûn.
Gelek eşkereye li devera Şingalê çekdarên PKKê û Heşda Şeibî ligel hev kar dikin û gelek cihên li Şingalê li gelhevûdin hevpeymanin. Ji aliyek din ve pêwendiyên PKK li gel hukumeta Iraqê têne zanin.Li gora çavkaniyên PKKê wek berpirsên wan li Şingalê didin xûyakirin , Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zekî Şingalî(Îsmaîl Ozden) bi hevkariya Heşda Şeibî û koardinasyona hukumeta Iraqî hatiye kuştin.Ji berî ku gelek nirxandin werin kirin pêwiste PKK di nava xwe de lêkolinê li ser kuştina Şingalî bikin.