Serok Barzanî ji ber koça dawî ya senatorê amerîkî John McCain peyameke hevxemî û serxweşiyê belav kir û têde ragihand, “pêwîst e piştgirî û dostatiya John McCain di bîreweriyên me de bimîne.”Serok Barzanî di peyameke twîterî de ragihandiye: “Ez gelek xembar im bi koça dawî ya senator John McCain, ew kesê ku pêwîst e piştgirî û dostatiya wî li gel Kurd di bîreweriyên me de bimîne.”Serok Barzanî di dawiya peyama xwe ya twîterî de dibêje: “Rihê wî di aştiyeke hertimî de şad be.John McCain senatorê eyaleta Arîzona ya Amerîkayê îro yekşemiyê di temenê 81 saliyê de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.


