Civak

Ev 2 heftiye çiyayên Dersimê dişewitin

Ji berî du heftiyan agir bi Çîyayên Dersimê ket. Lê dewletê qet midaxele nekir û ji bo vemirandina agir xwe nelepitand.  Agir çikas çû berfireh bû. Xelkê deverê bi imkanên xwe yên bi sinor hewldan agir vemirînin. Eve du hefte derbas bûn heta ku xelkê bi tenha xwe karîn agirê çiyayê Dersimê ketî vemirînin.Sedema dewletê kifşe, bi hêceta heyina grubên çekdar yên PKKê û hinek rêxistinên çepên Tirka, dewletê pişta xwe da vê pirsa girîng û hişt gelek ziyanek mezin bigihe daristanên devera Dersimê.Di derbarê vê pirsê de serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim daxûyaniyek da. Yildirim dibêje: Ji bo agir pêketina çiya, 1800 cureyên giya û daran zererek mezin dît. Me bi awayek fermî ji dezgehên dewletê yên vê pirsêve eleqeder arikarî xwest lê qet bersiva me nedan. Emê sedemên vê yekê bişopînin.  

Back to top button