CîhanNivîsar

Amerika dibêje Britanya ji dev pişgiriya Îranê berde

Amerika daxwaz ji Britanya dike ku, di derbarê helwesta Amerika li himber Îranê û ji bo pirsgirêka rêkeftina Atomî, ew pişgiriya Îranê nekin û cihê xwe li gel Ameriyê bigrin.Balyozê Amerika li Britanya Robert Johson di daxûyaniyekî de ragihand ku, welatê wî daxwaz ji hukumeta London kiriye ku dev ji pişgiriya Îranê berdê.Li gora nûçeya rojnama Telegraph, balyozê Amerika li Brîtan ya dibêje: Dem hatiye ku em ji pirsgirêka rêkeftina sala 2015ê li gel Îranê re derbas bibin. Em dixwazin Britanya jê tevlî eniya Amerikayê bibe. Heta ku Îran venegerê rewşek normal, dê guvaşên Amerikayê li ser Îranê berdewam bin. Em bangî Britanya dikin ku di vê mijarê de li gel me be.Gelek cara tê gotin ku, li Rojhilata Navîn siyaset ji aliyê Britanya ve tê dîzayn kirin û siyaseta ku Amerika li Rojhilata Navîn rêve dibe di bingehê xwe de siyaseta Britanyaye. Herweha dema referanduma serxwebûna Kurdistanê jî helwesta Britanya bu sedemek ku Amerikayê jî li dijê daxwaza kurda bû xwedî helwest û heta giha radeyekî, Milîsên Şîe bi çekên Amerikî êrîşê Kurdistanê kirin.Piştî sekinandina şer di cih de Iraqê petrola Kerkûk radestê BP a Britanî kir.Siyaseta Britanya di dîrokê de li Iraqê li dijê daxwazên kurda bûn û heta wek îro bi awayekî berdewam e. Mimkine ku ev yek ji sedema ku Iraq kolonîyek ya Britanya ya berê bû tê pêş. Her sedem çibe Britanya di roja roj de li dijê destkeftiyên Kurda hevaletî û pişgiriya Bexdayê kiriye.Lê qonax hate guhertin û rewşa Kurda li Iraqê ber bi dewletbûnê ve diçe, dema referandumê Amerika û gelek welatên din helwesta xwe ji guvaşa weşartî ya Britanya girtin û dijitiya prosesa referandumê kirin.Lê îro dema Trump de Amerika hewldide hêdî Britanya li gora wan siyasetê bike, ev bûyerek nûye. Heta mirov dikare bêje ku ev banga balyozê Amerika ji bo Britanya dibe miladek di pêwendiyên Amerika û Ingiltere de.Nûçe/Analîz

Back to top button