Min dît û nabêjim

Silêman ÇakirMin pirsî menderê çime şewitî? (Navê xanîyê kâlê min)e..Ma sekinî û li dorê xwe meyzekir,ku hiiiişşş,Dîwar bi gûhin, Romî his bikin wê werin me bigrin û bi kûjin…Romî kîne?Leşkerê wa…Ez mame şaş,min israr kir,ku ezê di gûhê te de bêjim ,lê tu jî kesîre nebêj. .Xwe nêzîkî min kir û di gûhê minde got..Ku leşkerê îsmanî. .Şer bû û ser hildane Haco bû. .Haco xwe amede kir ku Komare Kûrdîstanê li Bakur ava bikê û xweş bi pêşve di çû, Eşîrê Kurdê Bakur,destê Haco negirt in, li cem Komarê cîh sitandin,Mîne Qadî Mûhammed ku Eşîrê li wî jî xayîntî kirin,ji xwe,jibon va şaşîtîyê Dîrokî di sitranê Kûrdî de dibê Kûrd xayîno. ..Wer hasil Haco têk çû û derbasî binxetê bû.Piştre Romî hatin û gotin ên ku jibon Haco bûye âlîkâr fermana waye, em jî penaber bûn û em derbasî binxetê bún,piştre Romî tên menderê di şewitê nin, birakî min li binxetê hate Dinyayê. …Dema Romî di hatin jînê xweşik rúkê xwe tenî dikirin û cilkê qetayî û lewitî li xwe dikirin,jibon ku Romî bêjin ev dîne û wa nebin,tiştekî bi wa nekin…Payîze jîyan li Kelha Bûnisra xweş bû. Ne toz û bahoz,ne germ û serma.Malbatê abordar piştgirî didane faqîrê gûndî. Çand,bax û baxçe,xwedî kirine pez bi kêf û eşqeke mezin pêk dihat.Dert û xem ne giran û bi şewat bûn.Tirse tim Zîndî bû, ew jî Tirse Romî ye bû.Haydut û suwarî yê Erebe car carna di hatin, hicûm di berdane gûnd,lê em jî amede bûn jibon parastinê. Keleh,kelha mêra bû. Dîrokî û bâlkêşe,gelek care bûye paytextê herêmê. .Gelek qral û Mîr bûne mêvanê wê. Lê çavê feleke wêran kor bê. Derî yek bû û serdor ser bi ser şikeftê Dîrokî bûn.li heşt noqte cîyê nahtor û parastinê hebûn,hênjî di sekinî lê çibikim bê xwedî maye..Şikeftê siteblê rê nedi dan tu kesî,gûme gûme ava wê bû. Ji xexale heta bi Kew û bilbile,lê wêran bû.Dema haydut û suwarî yê Erebe di hatin, xwe bi zorê xilas dikirin,carek hatin,kâlê te Ehmed şervan bû rakire tivinge xwe û şer dest pê bû, ew revîn, kâlê te pey wade çû û tiving berdane hevdû. Fîşeyek li kâbe wî ket,bijîşk û dermanê ilmî nebûn,me ligor xwe derman kir,rehet nebû û birîne wî giran bû, jîyane xwe ji dest da.. (cîyê wî behişt bê )Ligor min ew şehîdê, di ber parestine Gel û war de çû, bavê te piçûk bû ew û bavê min herdû sêwî mezin bûn,xal û xwarzîyê hevdû ne,pîrke te wa mezin kir,piştre rêbertîyê serdorê kete destê wa de…Ez piçûk bûm,piştre ku mezin bûn zewicîn û zarok çê bûn.Dema xort dîse Romî hatin,gilîyê wa kir bûn, Romî ye Kâlê te girtin û birîn, me zanîbû kê gilî kirîye,dibêjin ya,Kûrd li himberî xwe xayîne..Mîne Kewe, neyarê serê xweye,ên ku gilî kiribû xalê kâlê te bû. Romî ye wî bir û xiste zîndane licem Newale qûtê. Ew newal jî qatîle.Hijdeh hezar (18000)Kûrd liwir qetil bûne,lê tu kes bahs jî nakê. ..Piştî kâlê te dixin zîndanê, ji xwere tefekûr dibê û planekî çêdikê, wext Şevê, bandikê leşkerê ku nahtortîyê dikin,dibê ez jî birçî me û hûn jî, eger hûn Destûr bidin ezê biçim hinek helaw û çend nane bînim û ha jiwere ev pere jî jibon we,ezê bênim û emê tevde bixwin.Leşker Destûr didê û dema jiwa dûr dikevê bi reva rev di bezê û tê malê. …Dewam dike…

Nerîna min :