Polîtîk

Kesên xiyanet kirîn divê welat biterikînin

Parlamenterê PDKê li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah bersiva gotinên Endamê Polîtbûroya YNKê Rifat Ebdullah ku dide. Ebdullah gotubû ku, PDKê nahêle endamên wê tevlî civînên civînên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bibin.Şaxewan Ebdullah dibêje: Rifat Ebdullah dema behsa wê petrola ku li gel milîsên Heşdî Şeibî û Hikûmeta Iraqê bike, dema behsa îşkenceya li ciwanên me tê kirin û herwiha dema behsa wê yekê kir ka çawa karên fermanberên me ji destê wan derdixînin, wê çaxê mafek heye ku behsa parêzgariyê jî bike.Şaxewan Ebdullah diyar kir dema ew piştrast bûn ku rûmet û ewlekariya endamên me tê parastin ew ê wan bişînin Kerkûkê û diyar kir ku Rifat Ebdullah bêrûmetî û serşoriyê li ser endamên xwe disepîne.Şaxewan Ebdullah wiha axivî: Rifat Ebdullah bi xwe jî dizane endamên Kurd hemû kom bibin jî dema ku endamên ereb û tirkmen amade nebin civîn pêk nayê. Ji berpirsyarên rewşa niha jî yek jê Rifat Ebdullah e. Divê ew bê dadgehkirin û divê kesên wiha neaxivin jî. Ji bilî hinek serkirdeyên YNKê ,divê ti kesê di nav YNKê de neaxive û divê kesên di nav wê xiyanetê de cih girtîn welat biterîkînin. Bila di derbarê Kerkûkê de neaixivin û birînên xelkê qul nekin.” 

Back to top button