Cîhan
Amerika gotina dawî got
Pirsgirêka keşa Andrew Brunson di navbera Amerika û Tirkiye de dibe sedema kêşeyên mezin . Li himber girtina Brunson serokê Amerika di medyayê de vekirî Tirkiye tehdit kir û da xûyakirin ku ewê hemû awayî li dijê Tirkiye bisekinin.Herî dawî heyetek ya Tirkiye ji bo heman sedemê serdana Amerika kir. Li gora rojnama Financial Times dide xûyakirin, Amerika demek daye Tirkiye û gotiya heta roja Çarşembê dive Brunson were berdan. Cîgirê wezîrê derve yê amerikayê John Sullivan ji berpirsên Tirkiye re gotiye, heta roja çarşemba pêşiya em wext didin ku hun Brunson berdin.Dezgehê Konseya Atlantik ku dezgehek hizrî û sivîle dide xûyakirin ku, amerika gotina xwe ya dawî got. Hêdî rêya ku li gel Tirkiye li hevbikin nemaye.