Polîtîk
PDKÎ: Du pêşmerge şehîd bûn
Fermandariya hêzên pêşmergeyên PDKÎ radgihand û di topbarana pasdarên Îranê de du pêşmegeyên wan jiyana xwe ji dest dane û şehid bûne.îro Supaya Pasdaran hinek navçeyên li ser sînorê Pîranşar li aliyê Îranê û Çoman û Sîdekan li sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran kir û ji ber berfirehiya topbaranê, zirareke mezin a madî gihîşte xelkê navçeyê.”Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ de herwiha tê gotin, “du pêşmerge bi navê Rehîm Rostem Dastan xelkê Mihabadê û Îdrîs Derwêşî xelkê Pîranşarê canê xwe ji dest dane.”PDKÎ daye xuyakirin, ku ji ber topbaranên Îranê herwiha pêşmergeyekî din ê wê partiyê jî birîndar bûye.