Nivîsar

Serdana Nêçîrvan Barzani divê rast bê xwendin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani li ser vexwandina serokê Tirkiye Tayib Erdogan di rewrisma bi minasebeta hilbijartina Erdogan wek serokê Tirkiye de  amade bû. Gelek serok, serokwezîrên hinek welatan amade bibûn. Ev serdana Neçîrvan Barzani gelek girîng bû. Ji ber ku dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, Erdogan gelek gotinên ku di ne cih de bi karanîbûn û herweha li gel Îran û hukumeta Bexdayê li dijê referandumê ketibû di nav tevgerekî de. Bi vê yekê ve girêdayî di pêwendiyên Kurdistana Başûr û Tirkiyê de sarbûnek peyda bibû. Herdu welatan jî zerer taybetî di ware aborî de ji vê sarbûnê dîtin.Ji berî serdana Nêçîrvan hinek minasebetên civakî de du cara Nêçîrvan û Erdogan bi telefonê bi hevre qiset kirîbûn. Dema Erdogan Nêçîrvan Barzanî vexwand rewrisma Enqere Barzani serdana Enqere kir û di rewrismê de amade bû. Erdogan giringiyek taybet da vê serdanê û li gel Nêçîrvan hevdîtinek pêkanî . Behsa pêşxistina pêwendiyên herdu welatan hate kirin.Başûrê Kurdistanê rewşek gelek zehmet re derbas bû. Taybetî welatên cîran xwestin  Kurdistanê bifetisînin. Lê bi îrade xelkê xweragirê Kurdistanê ev pêvajoya teng û zehmet derbas dibe. Gerek her gava ku vi pêvajoyê paşde bihêlê keyfa kurda xweş bike. Lê mixabin PKKî HDP ev serdana serokwezîrê Kurdistanê bi tundî rexne kir.  Lingik yê PKKê li Îranê yek li Bexdayê ye. Lê serdanekî vekirî , eşkere û li gora normên pêwendiyên diplomatik rexne dikin.  Her kurdek dizanê ku, PKK dema dagirkirina Kerkûkê de, belgeya xiyaneta 16ê Oktoberê îmze kirîbû.  Ji aliyek din li devera Şingalê li gel Heşda Şeibî hevkarî kir û bi hevre li dijê Pêşmergeyên Kurdistanê sekinîn. Şingal ji aliyê PKKê û Heşda Şeibî ve hate dagirkirin.  Dema PKK vê yekê dike û ji aliyek din serdana serokwezîrê Kurdistanê rexne dike, ev heqaretek li zakira milete kurd bi xwe ye.Di malpera Qendilê Lêkolinê de kesek bi navê Kasim Ergin nivîsek nivîsiye dibêje: Nabê Nêçîrvan Barzani serdana diktator û dijminê Kurda Erdogan bike. Cihê Barzani di wê resrismêde nabe hebê. Em dive li himber vê serdana Barzani helwestêkî bigrin. Ev zererê dide berjewendiyên netewî.Gelo ev camêr û yên wek wî siyaseta PKKê diafirînin çewe behsa berjewendiyên netewî dikin? Di bingehê xwe de dive ev pirs ji wan bi xwe bê kirin. Ji ber k utu derdê vê siyasetê destkeftina mafên rewa yên gelê Kurdistanê re tuneye.Ji aliyek din  kesayetên wek parlementerê HDPê Taşçier ne hedê wane û ne ji mafê wane Barzani rexne bikin. Dema tu herî huzura Barzani bi awayek be, dema pişta te dikevê wan bi awayek din be. Ev durîtî tê zanin. Tu di parlementoya Tirkiyedeyî, sunda her parlementer dixwe xwariye. Te bi namus û şerefa xwe sund xwariye ku bi prensîbên Ataturk ve girêdayê ji bo berjewendiyê gelê Tirk kar bikî.  Yan sund nexwe yan jî li sunda xwe xwedî derkeve. Ji bo postek parlementoyê, ew kesên hertiştên xwe feda bikin, nikarin serokwezîrê Kurdistanê rexne bikin.Dema li himber berjewendiyên Kurdistanê hinek aliyên wek HDPê dikevin di nav tevgerekî de, ji bo çi gelek kes bê deng dimînin? Ev yek cihê pirsê ye.Bê guman serdana serokwezîrê Kurdistanê tê şirovekirin, kar û xusara vê yekê tê nirxandin , dive ev yek çîbêjî. Lê nabê em ji aliyekî ve di hemû tevgera xwe de li dijê berjewendiyên Kurda xebatê bikin û dema lazimbe em dijitiya wan kesên ku ji bo destkeftinên kurda kar dikin bikin.7.18.2018Dara Bilek

Back to top button