Erdogan li Diyarbekir çi peyamê bide?
Serokomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji bo propagandeya hilbijartina, îro serdana Diyarbekirê dike. Erdogan dema nêzikî bajarên Kurdistanê dibe behsa pirsa kurd jî dike. Hatina Erdogan ya Diyarbekirê girînge. Çavê herkesekî lêye ku Erdogan dê çi behsa pirsa kurd bike.Dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de helwest û axavtinên Erdogan dilê Kurdên Bakur hiştî bû. Li ser vê yekê gelek rexne ji kurdên aligirên AKPê li Erdogan hatibûn kirin. AKP û Erdogan jî pê hesiyane ku dengê wan piştî helwesta tund ya Erdogan di derbarê Kurdistana Başûr de, di nava kurdan de kêm bûne.Herweha çêkirina cepheyekî ya AKP û partiyên nijadperest wek, MHP û BBP jî tuzek bê jî kurd ji Erdogan dûr xistin.Ji bo vê yekê peyamên Erdogan yên ku li Diyarbekir bide girîngin.