Dê encam çi be ?
Ji hilbijartinê parlementoya Tirkiye re 26 roj man. Gelek caran ji bo encama hilbijartinan lêpirsîn tê kirin. Di van lêpirsînan de kêm zêde rewşa partiyên siyasî û rêjeya dengên bistînin tê kifşkirin. Lêpirsîna herî dawî ji aliyê dezgehê lêkolînê AKSAR ve hate kirin.
Li gora lêpirsînê ji bilî dengên ku partiyên siyasî bistînin, ji % 7.5 ji xelkî bê biryarin û hêja nizanin ku dê dengên xwe bidin kîjan partiyê. Wek din ya balkêş ji 17 deng dileyzin, ev deng di navbera partiyan re tên û diçin.
Ev lêpirsîn li 81 bajaran, 215 qezeyan û li 70 gundan bi 2504 kesan re hatiye kirin.
Li gora encama vê lêpirsîne “ Îro hilbijartin çêbibe hun dengên xwe bidin kîjan partiyê?“ E v encam derketiye holê:
AK PARTI : Ji % 43
CHP : Ji % 28
MHP : Ji % 11.8
BDP : Ji % 6.1
Dema dengên ku nizanin wê ji bo kijan partiyê tê belavkirin encam, ev e:
AK PARTI : Ji % 45.5
CHP : Ji % 30.5
MHP : Ji % 13.1
BDP : Ji % 6.4