Polîtîk

Cihê çareseriya pirsa kurd parlementoye

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di civînek girsehî de manifestoya partiya xwe ya hilbijartina da nasandin. Beşek di manifestoyê de behsa pirsa Kurd jî kir.Di beyannameya CHPê de beşek bi nave “Aşitiya Civakî Pirsa Kurd“ hebû. Di vê beşê de de CHP dibêje: Wek ku beyannameya me ya hilbijartinên sala 2015ê de jî hatî kifş kirin edresa çareseriyê Parlementoye.Kiliçdaroglu da xûyakirin ku pêwîste bingehek ramanî û piskolojik jî ji bo vê pirsgirêkê bê amade kirin. Li ser vê bingehê Komisyonek ya akilê hevbeş tê damezirandin. Di derbarê bûyera Dersimê de dive arşîvên dewletê bêne vekirin.Kiliçdaroglu dibêje ku dive Newroz wek cejna birayetî û aşitiyê bê pîrozkirin û ew roj bibe rojek ya bêhnvedanê. Navê cihan yê kevin bêne îadekirin.Dema mirov gelemperî pirsgirêka kurd dinirxîne tu partiyek vekirî û bi awayek zelal behsa awayê çareserkirina pirsa kurd nekiriye. HDP jî yek ji van partiyan e.Ji bo vê yekê jî, ew kurdên ku pîvana dengdanê pirsa kurd bibîne zehmete ku bizanibe dengê xwe bide kijan aliyî.

Back to top button