Baweriya ENKSê bi PYDê nayê

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) da xûyakirin ku,baweriya wan bi PYDê nayê ku rêkeftinên nû cîbicî bikin, ji ber ku PYD tu cara peymanên hatî îmzekirin ve girêdayî nemaye. Ji bo vê yekê ENKS daxwaziya  garantiyeke navdewletî dike ji bo ku PYD dîsa xwe ji rêkeftinê nedize.Kurdên Rojavayê Kurdistanê hêvî dikin êdî aliyên siyasî hemû lihev bikin û rêkeftinek di navbera PYD û ENKSê de çêbibe, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ji vê rewşa xerab a niha derbas bikin.Fûad Elîko Nûnerê ENKSê di nava opozisyona Sûriyê de dibêje, nakokiyên sereke di navbera ENKS û PYDê de, girêdayî pirsa Kurdî û pêwendiya ligel rêjîma Sûriyê û vegera Pêşmergeyên Roj e.Derbarê mercên ENKSê ji bo rêkeftina ligel PYDê, Fûad Elîko ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji bo ku em û PYDê lihev bikin pêwîst e, destê xwe ji ser ofîsên me rakin û bihêlin em hemû navend û ofîsên xwe vekin. Hemû girtî bên berdan. Astengiyan ji çalakiyên me re dernexin. Rêgiriyê li serkirdeyên me re dernexin. Nêta PYDê ji bo rêkeftinê hebe pêwîst e van xalan cîbicî bike.”Herwiha Serkirdeyê ENKSê Muslim Mihemed jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê dixwazin Pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku hemû ciwanên Rojava ne, eger PYD xêrê dixwaze bila bihêle ew vegerin Rojavayê Kurdistanê û welatê xwe biparêzin.”Fûad Elîko wiha got: “Pêwîst e PYD li xwe vegere û dest ji siyaseta xwe ya şaş berdin, ku li Efrînê ji aliyê siyasî û leşkerî ve hatine şikestin û ji bo ku xwe ji wan şikestinan veşêrin tohmetan dixin milê ENKSê ku qaşo em piştgiriya hêzên Tirkiyê dikin li Efrînê.”Cîgirê Serokê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih jî derbarê hewlên rêkeftina PYD û ENKSê, ragihand: “PYD rêkeftinên ku li Başûrê Kurdistanê bi çavdêriya Serok Barzanî, cîbicî nekirin, lewma jî ji bo ku PYD rêkeftineke nû ligel ENKSê cîbicî bike, pêwîst e aliyeke sêyem ku Amerîka yan aliyekî navdewletî be, garantiya wê rêkeftinê bike.”  

Nerîna min :